Bahoz Erdal: Li şûna 40 balafiran eger 4 kes bihatan mesele çareser dibû

10-03-2021
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Gare PKK Tirkiye Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) têkildarî kuştina 13 dîlên di dema êrişa Garê ya artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest dabûn got: “Li şûna 40 balafirên şer eger 4 demokrat û aştîxwaz şandibûna dê meseleya êsîran bi hêsanî çareser bibûya.”

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPGê Bahoz Erdal ji medyaya nêzîkî PKKê re têkildarî şer û pevçûnên li devera Çiyayê Gare ya Başûrê Kurdistanê de û kuştina 13 dîlên di dema operasyonê de canê xwe ji dabûn de axivî.

Bahoz Erdal şerê li Çiyayê Garê rû dabû, weke serkevtina HPGê li hemberî artêşa Tirkiyê dide zanîn û dibêje: “Gerîla li Garê derbeke gelekî mezin li dijmin xist. Hêza gerîla careke din derkete holê. Dewleta Tirk salên dawî timî propagandayê dike û îdîa dike ku ji ber çekên teknolojîk ên di destê wan de gerîla êdî nikarin şer bikin, nikarin li ber xwe bidin, gelê Kurd jî nikare doza azadiyê bimeşîne. Lê belê li Garê şehîd Şoreş û hevalên din bi berxwedana xwe propagandaya dewleta Tirk pûç kirin. Ji aliyê manewî û psîkolojîk jî gelek encam bi xwe re anî. Vê serketinê coşeke mezin da gelê me.”

Di dema operasyona artêşa Tirkiyê ya li Çiyayê Gare de 13 leşkerên Tirkiyê yên ku di destê PKKê de esîr bûn, hatibûn kuştin.

Derbarê vê mijarê de Erdal got: “Ji bo ew 13 êsîrên hatin kuştin gelek tişt hatin gotin. Ez dikarim vê bêjim; jixwe eşkere ye ku ew 13 kes ji alî artêşa Tirk ve hatin kuştin. Fermandariya Biryargeha me jî bang li saziyên navneteweyî kir ku herin li cihê bûyerê lêkolînan bikin.Ew dîl dikaribûn werin rizgarkirin. Eger bi rastî jî dewleta Tirk bixwesta wan rizgar bikira, pêwîst nedikir 40 balafir bişîne ser Garê; 4 kesên demokrat û aştîxwaz ji Tirkiyê bihatana, tevî malbatên wan esîran, ev mesele dikaribû bi hêsanî were çareserkirin.

Tirkiye û PKK piştî şerê li Garê hevdu bi kuştina wan 13 serbazên dîl tometbar kiribûn. Berpirsên pilebilind ên Tirkiyê dibêjin, PKKê di dema operasyona li Çiyayê Gare de ew serbazên Tirkiyê kuştine û gule li ser û stuyê wan dane. Lê PKK wê yekê weke tomet bi nav dike û daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê red dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst