Îro komîteya bilind ya rûbirûbûna Korona dicive

10-03-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Corona dicive û rewşa Covid-19 û rêkarên taybet bi boneyên meha Adarê têne gotûbêjkirin.

Biryar e îro Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Corona li Herêma Kurdistanê bicive û parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebû Bekir dibêje, civîn dê pişta xwe bi rapora wezareta tendirustî û perwerde û xwendina bilind girê bide, têde gotûbêj li ser rewşa Korona û rêkarên xweparastinê û amadekariyên dezgehên tendirustiyê tê kirin.

Heval Ebû Bekir herweha got, di civînê de hewlên bidestxistina dosên  zêdetir ê vaksîna dijî corona û dabeşkirin vaksînê têne gotûbêjkirin.

Derbarê rewşa Silêmaniyê, parêzgarê Silêmaniyê got, rewş di bin kontrolê de ye û daxwaz ji welatiyan ku li ser rêkarên xweparastinê berdewam bin.

Ji aliyê din ve Brîkarê Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê Seywan Elî jî ji Rûdawê ragihand ku wan pêşniyara daxistina dibistanan nekiriye.

Seywan Elî herwiha da zanîn ku rênimayên pêştir hatine ragihandin ew berdewam dibin û di meha Adarê de bi boneya Newrozê sê roj dibin behnvedan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst