Girtina deriyên sînorî ziyan gihandiye kompaniyên otobusan

Hewlêr (Rûdaw) - Girtina deriyên sînorî di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de ziyan gihandiye gelek sektorên aboriyê.

Lê yek ji sektora ku herî zêde zirar dîtiye kompaniyên otobusan ên Amedê ne. Ji Amedê bo Zaxo, Duhok û Silêmaniyê rojane her kompaniyek hejmareke seferan pêk dianîn.

Can Diyarbekir jî yek ji wan kompaniyan e ku rojane 8 sefer bo Başûrê Kurdistanê dikirin, li niha karê wan rawesatyaye û ew li hêviya vekirina deriyê sînorî ne.

Rêveberên vê kompaniyê dibêjin, ji roja ku derî Îbrahîm Xelîl hatiye girtin ziyaneke mezin ya aborî bi kompaniya wan gihiştiye

Rêveberê Kompaniya Can Diyarbakirê, Evdirehman Çapa, diyar dike ku kompaniya wan hem di nava Tirkiyê û hem di nava Herêma Kurdistanê de kar dike û radigihîne, “Em heta Silêmaniyê diçûn. Me ji Diyarbekirê heta Kurdistanê 8 otobûs dişandin rojane. Piştî ku ji ber koronayê deriyên sînorî hatin girtin, xebatên me hebû rawestiyan.”

Rêveberê Can Diyarbakirê tekez dike, “Serê otobusek rojane em 500 dolar zirar dikin. Karkerên ku li ber destê me dixebitin kar tune ye lê em mûçeya wan didin. Em mûçeya ajokaran didin. Lê mixabin otogar niha vala bûye. Em li bendê ne derî vebe û em dîsa dest bi karê xwe bikin.”