Mehmûd Mihemed: PDK li benda biryara YNKê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dibêje, ew li benda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ne ku biryara xwe bide û berbijêrê/a xwe bo posta Serokê Parlamentoya Kurdistanê diyar bike û tekez dike, piştî wê jî dê Serokê Herêma Kurdistanê were hilbijartin û kabîneya nû ya hikûmetê jî bê pêkanîn.

 

Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê îro civiya û Kerkûk yek ji mijarên sereke yên civînê bû.

 

Civîna Encûmea Serkirdayetiya PDKê bi serokatiya serok Barzanî birêve çû û di civînê de Cîgirê Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî û endamên polîtboruyê û Encûmena Serkirdayetiyê û endamên yedek û berpirsên liq û ofîsan tevlî civînê bûn.

 

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed piştî civînê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ku di civînê de pêşhatên dawî yên navçeyê û bandora ku welatên bihêz li ser navçeyê û Kurdistanê dikin, hatiye gotûbêjkirin.

 

Mehmûd Mihemed herwiha da xuyakirin, ew lihevhatin û rêkeftinên ku PDKê ligel YNK û Goranê îmze kirine jî, di civîna îro ya Encûmena Serkirdatiya PDKê de hatine gotûbêjkirin.

 

Di bersiva pirseke Rûdawê de Mehmûd Mihemed ragihand, ku PDK li benda YNKê ye ku xwe yekalî bike, ji bo ku dest bi rêkarên pêkanîna hikûmeta nû bikin, ji ber ku ji bo pêkanîna hikûmetê dem gellekî derbas bûye û divê ew di xema wê yekê de bin.

 

Li ser rêkeftinên bi YNKê û Goranê re, Berdevkê PDKê got: “Ew rêkeftinên li gel Goran û YNKê ji bo asayîkirina rewçê bûne, herwiha ji bo ku di qada siyasî ya Kurdistanê de liv û tevgerek çê bibe û hem ewên ku di kabîneyê de beşda rdibin û hem ewên ku dibin opozidyon, her yek ji wan berpirsyariya xwe li hember pêşhatan û li hember berjewendiyên xelkê Kurdistanê bizane.”

 

Derbarê herdu postên Parêzgariya Kerkûkê û Wezareta Dadê ya Iraqê de jî, Mehmûd Mihemed di bersiva pirsa Rûdawê de got: “Têkildarî pirsa Bexdayî, hewleke ciddî heye ku ev pirs bê birêkxistinkirin û jihevtêgihîştinek di navbera PDKê û YNKê de li ser vê pirsê hebe. Ew jî yek ji wan mijaran e ku kek Kosret li gel cenabê serok Barzanî gotûbêj kiriye. Pirsa din jî ku girêdayî Parêzgarê Kerkûkê ye, ew jî di civînê de hate gotûbêjkirin û dimîne ser wê yekê ku ew dê çi rêkeftinekê li ser vê mijarê bikin.”