Ji bo nêrgiz bibe sembola Kurdistanê festîval hat sazkirin

10-03-2019
Mehdî Ferec
Mehdî Ferec
Tê xwestin ku nêrgiz bibe sembola Kurdistanê
Tê xwestin ku nêrgiz bibe sembola Kurdistanê
Nîşan Nêrgiz Sembol Kurdistan Festîval Duhok
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Nêrgiz ku ji çiyayên Kurdistanê bo nav bax û bostanên bajaran hatine veguhestin, li Duhokê ji bo vê kulîka biharê festîvalek birêve çû.

 

Malbateke ku beşdarî Festîvala Nêrgizan a Duhokê bû, nêrgizan dişibîne demsala biharê.

 

Welatiya bi navê Şikriye Ehmed diyar dike ku nêrgiz bihar e, me her dem nêrgiz dîtine, ku nêrgiz xweş û ciwan e.

 

Reseniya hebûna nêrgizan li nav sirûşta ciwan a Kurdistanê, wisa kiriye ku çalakvanên sivîl daxwaz bikin ku nêrgiz bibe sembola Kurdan, weke hêmayekê ji bo ciwanî û xweragirî.

 

Çalakvana sivîl Beyan Remezan dibêje ku ew daxwaz ji hemû rêxistinan dike ku xwedî li nêrgizan derkevin, ji ber ku dema ew nêrgizan dibîne, xweragiriya Kurdan tê bîra wê, ku dema li çiyayan derdikevin hêmaya xweragiriyê nîşan didin.

 

Gelek kes nêrgiza Kurdistanê weke diyarî didin hev û hinek caran sînorên Kurdistanê jî derbas kiriye.

 

Beşdarbûyê Festîvala Nêrgizan, Hecî Mehdî destnîşan dike ku ti kulîlkek weke nêrgizan nîne, bêhneke wê ya xweş heye, nêrgiz diyariya herî ciwan e, kesek çûye derveyî welat û destek nêrgiz ji doktorekî re diyarî kiriye, doktor gelek kêfxweş bûye ku ew nêrgiz weke diyarî ji Kurdistanê jê re hatiye.

 

Sermayedarekî bajarê Duhokê cara duyem e ku Festîvala Nêrgizan saz dike û ew dixwaze çandina nêrgizan li nav xelkê Kurdistanê bibe kultûrekê.

 

Xwediyê projeya çandina nêrgizan Hecî Meşhûd diyar dike ku ew dixwaze nêrgiz bibe sembolek ji bo hemû Kurdistanê, weke mînak li Holanda nêrgiza zer kiriye sembolek, welatê Tirkiyê kulîlka laleyê ji bo xwe kiriye sembol.

 

Îsal di Festîvala Nêrgizan de 16 curên nêrgizan hatin pêşandan û zêdetirî 50 milyon nêrgiz li parêzgeha Duhokê hatin çandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst