Girtiyên dawî yên bûyerên Şêladizê hatin berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerê xwebexş ê girtiyên bûyerên Şêladizê Xetab Umer, ji Rûdawê re ragihand, pênc kesên ku di bûyerên Şêladizê de hatibûn desteserkirin û nehatibûn berdan, îro bi kefalet hatine berdan.

 

Di 26ê Kanûna 2018an de hin xwepêşander li bajarokê Şêladizê yê ser bi navçeya Amêdî ya Duhokê ve, bi ser serbazgeheke Tirkiyê de girtibûn û serbazgeh şewitandibûn. Piştî vê bûyerê nêzîkî 60 çalakvan û niştecihên parêzgeha Duhokê hatibûn desteserkirin.

 

Pêştir 55 kesên desteserkirî hatibûn berdan, û tenê 5 kes girtî mabûn ku ew jî îro bi kefalet hatin berdan.

 

Bi berdana van 5 kesan re, di derbarê bûyerên Şêladizê de ti kesên girtî neman.