Çanda Şirnexê dê li Çînê bê nasandin

Navenda Nûçeyan – Xebatên jinên bajarê Şirnex ê Bakurê Kurdistanê dê li welatê Çînê bên pêşkêşkirin.

 

Li bajarokê Sêgirik ê navçeya Qilana Şirnexê di çarçoveya “Projeya Şehrî Nûh a Anadolûyê” atolyeyek hat vekirin.




Di atolyeyê de 50 kursiyerên jin û 6 mamoste dixebitin. Li qursê berik û hûnerên destan ên bajêr tên çêkirin.


Xebatên jinan dê 15yê Gulanê li bajarê Şanghaya Çînê bên pêşkêşkirin.




Derhênera Projeya Esma Civcir got: “Em ji ber projeyê li vê derê ne û ji bo nirxên ku wenda dibin dîsa bên çêkirin dixebitin. Em niha li cihekî nêzî 500 metre çarqoşe mezin dixebitin.”




Esma Civcir da zanîn ku ew Çiyayê Cudiyê li ser 3 berikê mezin çêdikin û wiha domand: “Ji van yek konekê 150 salî ye û nêzî 10 mîtroyan jî fireh e. Jinên li vê derê dixwazin berikên wan li hemû cîhanê bên nasandin. Em dê van berhêman 15yê Gulanê li Çînê pêşkêş bikin."