DUHOK – Penaberên Rojava amadekariyên Newrozê dikin

Hewlêr (Rûdaw) – 9 komên folklorî yên penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Duhokê amadekariyên Newrozê dikin.

 

Ji bo pîrozbahiyên Newrozê 5 cih hatine destnîşan kirin û dê zêdetirî 30 stranbêjan beşdar bibin.

 

Koma Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat ên Kurdistanî ya Kampa Domîzê nêzîkî 40 ciwanan ji bo hinek dîlanên folklorî berhev kirine.

 

Rêveberê Koma Yekîtiya Xwendekarên Rojava Salih Elî  derbarê amadekariyên xwe de ji Rûdawê re got: “Me 3 dîlan amade kirine. Yek jê xezalê û leylê leylê ye, ew soranî ye û yek jê kevok im lê ye. Herwiha 3 komên me hene. koma biçûk a navîn û a mezin”

Li Kampa Faydê jî Nazê Hacî komeke nû yê bi navê Koma Roj damezirandiye. Bi nêrîna wê koma nû û Newroz ezmûneke divê têde serkeftinê bînin û beşdar ji wan razî bin.

 

Nazê Hacî jî got: “Weke berpirsa komê ez dibînim şagirtên me baş in, gelek tişt wergirtine. Ez dibêjim hevrikî heye lê em ji komê din baştirin.”

 

Rêkxistinên siyasî jî ji bo destnîşankirina cihê kombûna Newrozê û herwiha bernameya wê rojê amadekariyên dawî dikin.

 

Endamê Komîteya Navçeyê yê PDK-Sê Kawa Hesen dibêje: “Em hewl Didin newroza xwe li vir bikin. Weke sala par û di roja newrozê 21ê Adarê de Newrozê pîroz bikin. Me daxwazname jî amade kirine.”

 

Dema dibe şev piraniya penaberan li mala xwe ne lê komên folklorî bêhinvedanê nakin û amadekariyan dikin.