Astronotê Sûrî li Tirkiyê koçber e

10-03-2016
Nûreddîn Osman
Astronotê Sûrî Mihemed Faris
Astronotê Sûrî Mihemed Faris
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Astronotê Sûriyê ku berî 30 salan bi astronotên Rûsî re çûbû sentrala esmanî ya Mîr, ji ber şerê navxwe yî yê li Sûriyê koçber bûye û niha li bajarê Borsa yê Tirkiyê dijî.

 

Her çiqasî wî ligel astronotên Sovyêtî serdana Mîr kiribû jî û di dema xwe de ji aliyê Serokê Sûriyê yê wê demê Hafiz Esed ve pir qîmet dîtibû jî, lê ew niha rexneyên tund li Rûsya dike, û dibêje Putîn dictator e û dixwaze dîktatorekî wek Esed di desthilatê de bimîne

 

Astronotê Sûrî, Raîd Fedaa yan Mihemed Faris ku 30 sal berî niha li gel tîmeke astronotên Yekîtya Sovyêtê serdana sentrala esmanî ya Mîr kiribû, niha ew jî wek bi milyonan xelkên din ên Sûriyê ji welatê xwe dûr ketiye û li Tirkiyê bûye koçber.

 

Mihemed Faris niha li Tirkiyê li bajarê Borsa koçber e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst