Dadgeha Amedê biryar da ku beşdarbûna çalakiyên KCDyê ne sûc e

10-02-2024
RÛDAW
Nîşan KCD Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê 4emîn Dadgeha Cezayên Giran biryar da ku beşdarbûna çalakiyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) tenê bi serê xwe nabe sedema tawanê “endamtiya rêxistinê”.

Herwiha dadgehê derbarê 3 siyasetmedarên Kurd de biryara beraatê da.

Heta niha bi sedan siyasetmedar û nûnerên saziyên civaka sivîl bi hinceta endamtî û beşdarbûna çalakiyên Kongreya Civaka Demokratîk tên darizandin û hinek ji wan hatine cezakirin.

4emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di doza siyasetmedarên Kurd Cabbar Leygara, Edip Yaşar û Cafer Kan de ku bi hinceta beşdarbûna çalakiyên KCDyê bûne dihatin darizandin biryara beraatê da.

Heta niha bi heman hincetê gelek kes bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatibûn cezakirin lê yekemîn car e ku di dozeke bi heman rengî de biryara berdanê tê dayîn.

Dadgehê biryar da ku bi serê xwe beşdarbûna çalakiyên Kongreya Civaka Demokratîk nabe “endamtiya rêxistinê” û di vê çarçoveyê de ji bo Cabbar Leygara, Edip Yaşar û Cafer Kan biryara berdanê da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst