Amed: Jina ku hewl dida zêrên sexte bifiroşe zêrîngerekî hat girtin

10-02-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Bismil Zêrên Sexte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê jineke ku hewl dida zêrên sexte bifiroşe zêringerekî hat girtin.

Piştî ew jin hat girtin derket holê ku bi heman rêbazê 3 zêringerên parêzgehê bi 350 hezar lîre şelandine.

Li gorî zanyariyan li navçeya Bismilê ya Amedê jineke bi navê L.K. ku temenê wê 26 sal in hewl da hinek zêrên sexte yên di destê xwe di bifiroşe zêringerekî navçeyê.

Lê zêringer pê hisiya ku ew zêr sexte ne û agahî da hêzên ewlehiyê.

Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û jina navborî dema ku hewl dida bireve girtin.

Hat ragihandin ku di encama lêgerînên li ser wê jinê de dest bi ser 5 bazinên sexte û beşek pere de hatiye girtin.

Li gorî agahiyan L.K. heta niha 3 zêringerên Amedê bi heman rêbazê bi 350 hezar lîre (derdora 11 hezar û 500 dolar)  şelandine.

Dîmenên wê jinê yên dema firotina zêrên sexte ji aliyê kameraya çavdêriyê ya zêringer ve hatine tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst