Li Rihayê qedexeya çalakiyan hat ragihandin

10-02-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Qedexeya Çalakiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Riha ya Bakurê  Kurdistanê hemû çalakiyên wek meş, civîn û xwepêşandan 7 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Rihayê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku li parêzgehê ji bilî çalakiyên ji aliyê parêzgariyê û qeymeqamtiyê ve destûr ji bo wan tê dayîn, hemû çalakî ji 10ê Sibatê heta 16ê Sibatê hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku ew qedexe li gorî yasaya meş û xwepêşandanan bi armanca “rêgirtina li êrişan”, “parastina can û malê welatiyan” û “pêkanîna ewlehiya niştîmanî” hatiye ragihandin.

Beriya çend rojan li parêzgehên Amed, Wan, Êlih û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê jî bi heman hincetê qedexeya çalakiyan hatibû ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst