AMED – AFAD li dibistanan xwendekaran ji erdhejê re amade dike

10-02-2024
RÛDAW
AFAD li dibistanan xwendekaran ji erdhejê re amade dike
AFAD li dibistanan xwendekaran ji erdhejê re amade dike
Nîşan Amed AFAD Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amedê Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) li dibistanan xwendekaran ji bo dema erdhejê amade dike.

Ev salek e AFAD li navçeyên Amedê gund bi gund digere û derbarê xweparastina di dema erdhejê û rêkxistina qonaxa piştî erdhejê de bi xwendekaran re zanyariyan parve dike.

Heta niha li navçeyên Erxenî, Çêrmûg û Şankuşê yên Amedê çû 30 dibistanî.

“Em nifşekî zana pêdigihînin”

Kordînatorê AFADê yê Çêrmûgê Bîlal Çelîkten têkildarî mijarê got:

“Em dixwazin li dibistanan ji bo erdhejê nifşekî zana pêbigihînin.  Herwiha armanca me ew e ku ev zarokên me mijarên ku fêr bûne bikarin di siberojê de fêrî zarokên din jî bikin.”

AFADê piştî erdhejên 6ê Sibatê dest bi serdana dibistanan kiriye.

Ev salek e li navçeyên Amedê gund bi gund digere û ji bo xweparastin û proseyên piştî erdhejê hem bi teorîk hem jî bi pratîkî xwendekaran perwerde dikin.

Xwendekarê bi navê Yusuf Yilmaz got:

“Ji AFADê xwişk û birayên me hatin. Derbarê erdhejê zanyarî dan me. Gelek baş derbas bû.

Dema erdhej çêbû em dê bikevin jêr maseyê, destê xwe deynin ser serê xwe û xwe bi cihekî ve bigirin. Piştre dema lerizîn rawestiya em dê hêdî hêdî derkevin derve.”

Mamosteya dibistanê jî got ku niha zarok di temenê xwe yê fêrbûnê de ne û eger ji niha ve tedbîrên erdhejê fêr bibin dê ew tedbîr hertim di bîra wan de bimînin.

Mamoste Seher Îpekê got, “Ji ber ku  perwerde bi pratîkî bû ji bo zarokan wek lîstikê bû. Gelek kêfxweş bûn û ez di wê baweriyê de me ku fêr jî bûne.

Ez hêvî nakim erdhej çêbibe lê eger çêbû ez bi bawer im ku dê tiştên fêr bûne di wê demê de pêk bînin.”

AFADê heta niha li navçeyên Erxenî, Çêrmûg û Şankuşê yên Amedê çûne 30 dibistanan.

Tîmên AFADê diyar dikin ku li dibistanan ji her malê xwendekarek heye û eger ew xwendekar tiştên ku ji wan fêr dibin ji malbatên xwe re jî bibêjin dê civak bi temamî ji bo erdhejan amade bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst