PWKyê nameyek ji DEM Partiyê re nivîsand

10-02-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Platforma Zimanê Kurdî Dersa Kurdî Dersa Bijarte Vahit Aba PWK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Vahît Aba, nameyek ji Hevserokên DEM Partî û Platforma Zimanê Kurdî re nivîsand.

Hevseroka Komîsyona Zimên a DEM Partiyê Cemîle Turhalliyê diyar kiribû ku ew “bi temkîn nêzîkî dersa bijarta ya Kurdî dibin” û gotibû “Çima em enerjiya girseya xwe ji vê xerc re bikin.”

Alîkarê Serokê Giştî yê PWKyê Vahît Aba bi nameyekê berisiva vê helwesta Cemîle Turhalliyê da.

Vahît Aba di nameya xwe de amaje bi wê yekê kir ku  ev nêzîkbûna DEM Partiyê dê ji siyaseta asîmîlasyon û înkarê ya Tirkiyeyê re xizmet bike.

Aba diyar dike ku her çiqasî têrê neke jî ew ji dersa bijarte ya Kurdî re jî dibêjin erê û ew bangî malbatên Kurd dikin ku ji bo zarokên xwe dersa Kurdî hilbijêrên.

Temamiya nameya Alîkarê Serokê Giştî yê PWKyê Vahît Aba wiha ye:

“Hevseroka Komîsyona Zimên a DEM Partiyê rêzdar Cemîle Turhalli, di hevpeyvîneke xwe ya li gel malpera Amîdayê de gotîye ‘em bi temkîn, bi îhtîyad’ nêzîkî dersa bijarte ya Kurdî (Kurmancî, Kirdmanckî-Zazakî) dibin û wiha gotiye:

‘Beriya her tiştî em ne bi mesafe lê bi temkîn, bi îhtîyad nêzîkî vê mijarê dibin. Nezelaliyek heye. Navê Kurdî jî di vê biryarê de derbas nabe. Gava ev nezelalî hebe, ma çima em dê enerjiya girseya xwe ji vê xerc re bikin.

Ev jî dê bibe sebep ku gelê me bi awayekî mafdar rexneyên cidî bîne. Heger gaveke berbiçav, samîmî hebe, em dê bixwazin bi têkoşîna xwe wê bigihînin asteke bilindtir. Lê belê nezelalîyek heye. Halekî weha heye ku wek mixatab jî nayê girtin’.

DEM Partî, endamê Platforma Zimanê Kurdî ye.

Platforma Zimanê Kurdî, bi awayekî zelal, bêdudilî bangî malbatên Kurdan kiriye û dike da ku ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin.

Niha dixwazim ji Hevseroka Komîsyona Zimên a DEM Partîyê rêzdar Cemîle Turhalliyê bipirsim:

`Cenabê we çima bi temkîn, bi îhtîyad, nêzîkî dersa bijarte ya Kurdî dibe? Zimanê Kurdî vaye 100 sal e ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve tune hatiye hesibandin, tûşî asîmîlasyonê bûye. Ji bo zimanekî bi vî rengî neheqiyên mezin lê hatîye kirin, niha rêya dersa bijarte vebûye.

Baş e, gelo cenabê we dikare ji me re îzah bike ka ev nêzîkbûna cenabê we ya bi temkîn, bi îhtîyad a ji bo dersa bijarte ya Kurdî, li gorî kîjan pîvanên însanî, wijdanî û Kurdewarî ye?

Gelo cenabê we lê haynabe ku ev nêzîkbûna we ya bi temkîn, bi îhtîyad di eslê xwe de, dê ji siyaseta asîmîlasyon û înkarê ya dewleta Tirkiyeyê re xizmet bike?’’

Platforma Zimanê Kurdî jî Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), gelek partî û dezgehên Kurdan jî daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî û li gel zimanê Tirkî daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî dikin.

Lê ji alîyê din ve jî dibêjin ‘Her çiqas têrê neke jî em ji dersa bijarte ya Kurdî re jî dibêjin erê û em bang dikin ku bila malbatên Kurdan ji bo  zarokên xwe dersa kurdî hilbijêrên’. Helwesta rast jî ev e.

Gava ku di sala 2012an de dewleta Tirkiyeyê biryara dersa bijarte ya bi Kurdî derxist, HDPyê ya ku navê xwe niha wek DEM Partî guhertiye, dersa bijarte ya Kurdî boykot kiribû û bi vê helwesta xwe jî zerereke mezin dabû vê firsenda fêrbûna zimanê Kurdî.

Lê belê, HDPyê di van çend salên dawî de, dest ji vê helwesta xwe berdabû û piştgiriya dersa bijarte ya Kurdî kiribû. Ev jî gaveke erênî bû. Lê mixaibin em niha dibînin ku, Hevseroka Komîsyona Zimên a DEM Partîyê rêzdar Cemîle Turhalli dibêje ‘em bi temkîn, bi îhtiyad nêzîkî dersa bijarte ya kurdî dibin’.

Van gotinên rêzdar Cemîle Turhalliyê, pirsa ‘Gelo DEM Partî careke din vedigere wê sîyaseta xwe ya berê’ tîne hişê mirovan.

Ez bangî Hevserokên DEM Partiyê Rêzdar Tuncer Bakirhan û Rêzdar Tulay Hatîmogullariyê dikim da ku li wê îmzeya xwe ya di daxuyanîyên Platforma Zimanê Kurdî de banga dersa bijarte ya Kurdî dikin xwedî derkevin.

Herwiha derbarê gotinên Hevseroka Komîsyona Zimên a DEM Partiyê rêzdar Cemîle Tûrhalliyê yên dibêje ‘em bi temkîn, bi îhtîyad nêzî dersa bijarte ya kurdî dibin’ ji raya giştî re îzahatekê bikin.

DEM Partî, endamê Platforma Zimanê Kurdî ye û di binê banga Platforma Zimanê Kurdî ya ji bo dersa bijarte ya Kurdî de îmzeya DEM Partiyê jî heye.

Ji ber vê yekê, ez bangî Platforma Zimanê Kurdî dikim da ku di derbarê gotinên Hevseroka Komîsyona Zimên a DEM Partiyê rêzdar Cemîle Turhalliyê yên dibêje ‘em bi temkîn, bi îhtîyad nêzî dersa bijarte ya kurdî dibin’ de ji raya giştî re îzahatekê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst