Li Dîlok û Semsûrê 2 welatî piştî 107 demjimêran hatin rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Dîlok û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê 2 welatî 107 demjimêran piştî erdhejê ji bin kavilê avahiyekê hatin derxistin.

Roja 6ê Sibata 2023an dû erhejên bi pileya 7.6 û 7.7 herêm hejand û li parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiye bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kesan.

Karûbarên lêgerîn û rizgarkirina li pey qurbaniyên erdhejê berdewam in. Bi hezaran kes hîn di bin kavilê avahiyan de ne û karên lêgerîn û rizgarkirina wan berdewam in.

Li gor zanyariyan roja Înê 10ê Sibata 2023an li taxa Fatîh Sultan Mehmet a girêdayîn navçeya Belkîs a Dîlokê, tîmên Rêvberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), piştî 107 demjimêran jinek ji bin kavilê avahiyekê bi birîndarî rizgarkirin.

Hat ragihandin beriya 2 demjimêr ji rizgarkrina wê jinê ji kavilê heman avahiyê 2 zarok jî bi birîndarî hatibûn rizgarkirin.

Herwiha li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê jî bi heman awayî welatiyek 107 demjimêran piştî erdhejê ji bin kavilê avahiyekê hat derxistin. Rizgarkirina wî di nav tîmên rizgarkirinê de bû cihê kêfxweşiyê.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di daxuyaniya xwe ya roja Înê 10ê Sibata 2023an a li parêzgeha Meletiyê   de ragihand ku hejmara kesên  ku di erdheja Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de canê xwe ji dest dane gihiştiye 19 hezar û 388 kesan û hejmara birîndaran jî bo 77 hezar û 711 kesan zêde bûye.