Meletî - 'Em hêvî dikin ku piştî 7 rojan jî xelkê rizgar bikin'

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmên rizgarkirinê yên li Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê dem bi dem daxwazê ji her kesî dikin ku rûnin û bi tevahî bêdeng bin, dema ku amûreke hestiyar a dengî vedidin û li benda bihîstina dengekî an jî di bin xirbeyên avahiyeke hilweşiyayî de nalînekê bibihîsin ji bo ku alîkariyê bikin. Endamê Tîma Lêgerînê ya Tirkiyê Fatîh Ruzgar got, "Em hêvî dikin ku piştî 7 rojan jî xelkê rizgar bikin."

Wextê tîmam zêde nemaye û hêviya dîtina qurbaniyan her ku diçe kêmtir dibe.

Omer Aksu yê ku xwebexş alîkariya mexdûrên erdhejê dike got, “Me di erdhejên berê de jî dît û piştî şeş heft rojan me xelk rizgar kirin. Ji ber vê yekê ezmûn ji me re dibêjin ku divê em bêhêvî nebin. Heger me karibûya di dawiya rojên şeş û heftan de bi saxî derxin derve, ez bawer im em ê dîsa vê rewşê bibînin.”

Tîmên alîkariyê yên welatên din gihîştine Meletiyê, hin amûrên pêşketî bi xwe re anîne, bi hêviya ku di demeke kurt de jiyana hin kesên din rizgar bikin.

Krisman Merlika Fermandarê Artêşa Albanyayê ku ew jî li Meletiyê anî ziman, “Tîmên me yên rizgarkirinê bi kelûpelên nûjen hatine da ku avahiyên hilweşiyayî teftîş bikin û bi rêya kamerayan bin kavilan bibînin. Ekîbên me bi ekîbên Tirkiyê yên ku bi navê AFADê tên naskirin re dixebitin û ew çi bixwazin em wê bikin.”

Endamê Tîma Lêgerînê ya Tirkiyê Fatîh Ruzgar got, “Hêviya me tune bû, min bawer dikir ku em ê tenê cenazeyan derxînin lê hevalên me yên tîmên cendirme bi lazerên taybet nîşan dan ku di bin xirbeyan de hîn jî mirovên sax hene. Bi rastî em li bendê bûn ku cenaze were derxistin û ji aliyê din ve jî hinekî hêviya min hebû. Piştî ku pênc tebeqeyên betonê yên mezin hatin rakirin, min di her du qatên dawî de dengê zarokan bihîst, di dema birrîna hesinan de. Piştî birîna hesin min zarok dît û pir kêfxweş bûm.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Semsûr a Bakurê Kurdistanê ragihand ku di erhejê de 18 hezar û 991 kesan canê xwe ji dest dane û 75 hezar û 523 kes jî birîndar bûne.