Jineke ciwan li Mereşê piştî 96 saetan hat rizgarkirin

10-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Erdheja Mereşê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mereşa Bakurê Kurdistanê ku ji ber erdhejê xisareke mezin dîtiye, piştî 96 saetan jineke ciwan ji bin xirbeyan hat rizgarkirin.

Piştî erdhejên ku navendên wan navçeyên Bazarcix û Elbistanê yên li parêzgeha Mereşa Bakurê Kurdistanê bûn û bandor li 10 parêzgehên din jî kir, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li Mereşê berdewam bûn.

Ekîbên rizgarkirinê li ser xirbeyên avahiya apartmana 3 qatî ya ku li Kolana Alî Sezaî Efendî hilweşiyaye, xebatên xwe berfireh kirin.

Li wî apartmanî piştî ku dengê kesekê hat bihîstin, tîmên rizgarkirinê pê re ketin nav têkiliyê û piştî hewldaneke 14 saetan, jinek sax ji bin kavilên apartmanê hat rizgarkirin.

Li gor agahiyan, jina ku hatiye rizgarkirin, navê wê Fatma Karuş û 26 salî ye.

Jina ku piştî erdhejê 96 saetan ji bin xirbeyan hat derxistin, bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.

Roja 6ê Sibatê du erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6 ku navendên wan li navçeyên Bazacix û Elbistan ên parêzgeha Mereşê bûn, 10 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejandin.

Di encama erdhejê de wêraniyek mezin li herêmê çê bûye û bi hezaran avahî hilweşiyane, herwiha bi hezaran kes mirine û bi deh hezaran kes jî birîndar bûne.

Li gor amarên herî nû yên AFADê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê heta niha 18 hezar û 342an di erdhejên 6ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane û 74 hezar û 242 kes jî birîndar bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst