7 rêxistin daxwaz dikin biryara ragirtina Rûdawê li Rojava bê hilweşandin

Hewlêr (Rûdaw) - 7 rêxistinên Kurdistanî û Iraqî daxwaz ji Rêveberiya Xweser dikin biryara ragirtina karên Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê betal bike û diyar dikin, “Azadiya bîr û ra, derbirîn û dabînkirina jîngeha guncaw bo karê rojnamevanî mercên temam in ji bo hikûmraniyeke baş.”

Mercên hikûmraniya baş

7 rêxistinên Kurdistanî û Iraqî derbarê biryara qedexekirina Tora Medyayî ya Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye, “Em daxwaz ji Fermangeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê dikin, li wan navçeyên ku dikevin bin desthilata wê, biryara ragirtina karê Tora Medyayî ya Rûdawê hilweşîne.”

Girîngiya rojnamevaniya serbixwe

Ew rêxistin diyar dikin, “Em dixwazin bînin bîra Rêveberiya Xweser, taybet wê dezgeha ku serpereştiya medyayê dike, azadiya bîr û ra, derbirîn, dabînkirina jîngeha guncaw bo karê rojnamevanî û derbirînê, ji bingeh û mercên temam in bo hikûmraniyeke baş, ku xizmeta hemwelatî û desthilatê bike di warê birêveberiyê de.”

Ew rêxistinên ku navê wan li jêr hatiye nivîsîn, behsa wê jî dikin, azadiya raderbirînê bo karê medyayî û rojnamevaniya serbixwe û bêalî bo ku êş û azarên navçeyê veguhêze ku rûbirûyî êriş û ambargoyeke neheq bûye, xizmeta zêdetir a Rêveberiya Xweser dike û di berjewendiya wê de ye.”

Rêxistinên ku daxuyaniya hevbeş îmze kirine:

  • Navenda Xelîc bo lêkolînên mirovî
  • Komeleya Iraqî bo berevanîkirina li mafên rojnamevanan
  • Mala Rojnamevanên Iraqî
  • Sendîkaya Niştimanî ya Rojnamevanan li Iraqê
  • Navenda Pêşwext ya geşepêdana medyayî
  • Navenda Metro bo berevaniya li mafên rojnamevanan
  • Çavdêriya azadiya rojnamevanan

Karvedanên girtina Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê bibîne…