Banga 76 baroyan: Enerjiya erzan mafekî bingehîn e

Hewlêr (Rûdaw) – 76 baroyan li dijî bihayên elektrîkê ragihandin ku enerjiya erzan mafekî bingehîn ê her kesî ye.

76 baroyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, li dijî girankirina bihayên elektrîkê bi diruşma “Enerjiya erzan mafê hemû kesan e” daxuyaniyek belav kirin û ragihandin, ji bo daxistina bihayên elektrîkê dê serî li rêyên yasayî bidin.

Di nav de baroyên Stenbol, Enqere, Îzmîr û Amedê, 76 baroyan li dijî girankirina bihayên elektrîkê daxuyaniyek belav kirin.

`Biryar li dijî Peymana Mafên Mirovan e`

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, “Piştî di 31ê Kanûna 2021ê de tarîfeya firotina elektrîkê hat guhertin, bihayên elektrîkê bi awayekî sosret hatin zêdekirin. Guhertina tarîfeya bikaranîna elektrîkê li dijî xalên 2., 10. û 167an ên destûrê û li dijî xala 14. A Peymana Mafê Mirov a Ewropayê ye.”

Ew baro tekez dikin, “Gihiştin û erzanbûna elektrîkê mafekî bingehîn ê mirovan e. Em 76 baro li dijî zêdekirina bihayên elektrîkê ne û divê bihayên elektrîkê bo welatiyan bên daxistin û em ji raya giştî re radigihînin ku dê ji bo vêya serî li hemû rêyên yasayî bidin.”

Krîza elektrîkê û nerazîbûna xelkê

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, her roj nerazîbûnên li dijî bihayên elektrîkê zêde dibin û xelk derdikevin kolanan.

Herî dawî Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kilicdaroglu ragihand, heta bihayên elektrîkê neyên daxistin ew dê fatûrayên elektrîkê nede.