Zarokên rizgarbû ji destê DAIŞê komeke muzîkê ava kirin

10-02-2021
Nayif Remezan
Nayif Remezan
Koma muzîkê ya Şingal. Wêne: Rûdaw
Koma muzîkê ya Şingal. Wêne: Rûdaw
Nîşan Kurdên Êzidî Zarok Kampa Şarya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komek ji zarokên Kurdên Êzidî yên ku ji destê rêxistina DAIŞê rizagar bûne, komeke xwe ye muzîkê bi navê Koma Hunerêî ya Şingalê li kampa Şariya ava kirine ku ji 32 zarokan pêk tê û bi stran û muzîkê derd û êşên xwe yên serdema DAIŞê ji bîr dikin.

Ew zarokên Êzidî ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, dixwazin bi rêya muzîkê derd û êşên xwe ji bîr bikin, û bi hev re dibêjin, welat çiqwas xweş û rinde, mirov tê de ser bilind e.

Ew koma muzîkê di Mijdara sala derbasbûyî de ji aliyê sê ciwanên Kurdên Êzidî ve hatiye avakirin. Ew kom ji 32 endaman pêk tê ku rizgarbûyên destê DAIŞê ne û beşek ji wan hêj kesûkarên wan bêserûşûnin.

Haniya Hadî û herdu birayên xwe jî rizgarbûyên destê DAIŞê ne. Dema ku Haniya kete destê DAIŞê, ew hêj 6 salî bû. Mûsayê birayê wê 10 sal û Hanî jî 4 salî bû.

Hersê zarok di sala 2018 de ji dest DAIŞê rizgar bûne. Ji bo jibîrkirina bûyer û sepêhatiyên nexweş ên serdema DAIŞê, muzîk û stran hilbijartine.

Haniya Hadî, rizgarbûya destê DAIŞê dibêje: “Gelek xweş û baş e ji me re, em têne vir, em aciz dibin di bin çadiran de. Keyf me tê ku em têne vir.

Endamên koma hunerî ya Şingalê ku 32 kes in, bi ser grûpên muzîk, stran û dawetan de dabeş bûne.”

Xade Xêro, rizgarbûya destê DAIŞê: “Jiyana min gelek hate guhertin û ez jî hatim guhertin. Ez fêrî gelek tiştan bûm, ez fêrî muzîkê bûm, gelek mifa gihande min.”

Semîr Omer, stranbêj: “Berî ez bêm di tîpê de, dema me bi hev re diçû û niha em fêr dibin. Gelek keyfxweşim ku niha fêr bûme û pêşkeftime.”

Mamosta Qewal serpireştî û rahêneriya wan zarokan dike, ku xwandina xwe di Peymangeha Hunerên Ciwan de qedndiye. Ew di gel du hevalên xwe heftiyê sê rojan vê grûpê fêrî hunera folklur dikin.

Qewal Hecî, rahêner dibêje: “Haletên wisa gelek tûşî nexweşiya derûnî dibûn, me ew grûp çê kir me got belke hedefeke bînin û hem em dê xwe fêrî amurên muzîkê bikin û hem dê derûma wan aram be.”

Çar meh in ev koma muzîkê hatiye avakirinm û niha fêrgehek e ji bo kesên ku ji nazên dayik û bavan û beşek ji yên kesûkaran xwe bêpar mane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst