Artêşa Tirkiyê li Çiyayê Gare dest bi operasyonê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyê ragihand, hêzên wan operasyoneke nû di nav axa Herêma Kurdistanê de û li Çiyayê Gare dest pê kirine. Artêşa Tirkiyê herwiha bi helîkopteran leşker li ser Çiyayê Gare danîne.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê da xuyakirin, ku operasyon di saet 02.55ê 10ê Sibata 2021 de û bi navê Operasyona Pence Baz-2 hatiye destpêkirin û berdewam e.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, operasyon li dijî pêgehên PKKê û ji bo “parastina ewlehiya sînor” û “ji holê rakirina metirsiya êrişên bo ser hêzên ewlehiyê” yên wî welatî hatiye destpêkirin.

Medyayên nêzîkî PKKê jî belav kirine, ku şerekî giran li Çiyayê Gare dest pê kiriye.

Li gor medyayên nêzîkî PKKê, Artêşa Tirkiyê “bi balafirên şer û helîkopterên Kobra bi şev saet di 03:00 de bombardûmaneke giran li qadên Prizê, Bergarê û Siyanê yên Garê kir û piştre hejmareke zêde leşker li qada Siyanê danîn.”

Hêzên Parastina Gel jî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û têde ragihand: “Artêşa Tirk 10'ê Sibatê saet di 03:00 de li herêma Garê dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Ji saet 03:00 ê şevê heta saet 06:00 ê ber destê sibehê, zeviyên gundên Gundê Guzê, Meyrokê, Siyanê, Çemşerîtkê, Yekmalê û Kanîsarkê yên herêma Garê û Deşta Kafya, Deşta Nehlê bi balafirên keşfê û şer bi dehan carî hatin bombekirin.”

HPG dibêje: “Derdora gundê Çemrobotkiyê saet di 04:30'î de du caran, serê sibehê jî carekê bi balafirên şer hate bombekirin. Helîkopterên Kobra jî di heman demê de derdora gundên Yekmalê û Siyanê bombe kirin.”

HPG amaje bi wê yekê jî kiriye, ku heya niha li deverê şer di navbera gerîlayên wê û hêzên artêşa Tirkiyê de berdewam e.

Li aliyekê din, şeva borî artêşa Tirkiyê li sînorê nahiyeya Dînartê ya ser bi qezaya Akrê ve bombebarana çend cihan kiriye.

Şeiban Xelîl, Rêveberê Nahiyeya Dînarte ya Akrê ji Rûdawê re ragihand, ku bombebarana li sînorê Dînarte heya nêzîkî saet 05:00ê sibehî berdewam bûye û tekez kir, heya saet 08:00ê sibehî jî helîkopter bi ser esmanê navçeyê firiyane.

Şeiban Xelîl diyar kir, şeş gund li sînorê nahiyeya wan ji aliyê Tirkiyê ve hatine bombebarankirin, ku her şeş gund jî niha avedan nînin û kes lê najî.

Rêveberê Nahiyeya Dînarteyê amaje bi wê yekê jî kir, ku firokeyên Tirkiyê zêdetir ji 10 caran gundên Kafiya, Baniya Golê, Baxola, Seraniyê, Agelî û Hîzankê yên ser bi nahiyeyê bombebaran kirine.

Şeiban Xelîl destnîşan kir, di encama bombebaranan de ti ziyanên canî çê nebûne û ziyan heya niha maddî bûne.