HSDê li Şedadê û Dêrezorê dijî DAÎŞê dest bi operasyoneke kir

10-02-2021
RÛDAW
HSDê ji bo tinekirina şaneyên veşartî yên DAÎŞê li Şedadê û Dêrezorê dest bi operasyoneke kir
HSDê ji bo tinekirina şaneyên veşartî yên DAÎŞê li Şedadê û Dêrezorê dest bi operasyoneke kir
Nîşan HSD Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî Kîno Gabrîel Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê HSDê Kîno Gabrîel ji Rûdawê re got “Operasyona ku me ragihandiyê wê berdewam be heta ku şanêyên DAÎŞê bêne tinekirin û hejmarek ji wan bêne eşkerekirin. Herwiha rola wan ya têkbirina li navçeyê were bêbandor kirin.”

 Li başûrê Hesekê û gudewarên rojhilatê Dêrazorê metirsiya DAÎŞê berdewam e, ti cografyayek di destê wê rêxistinê de nemaye, lê xetera wî jî hîn heye.

Xîlafeta DAÎŞê hate rûxandin, lê niha tektîka xwe guhertine, bi rêya şaneyên razayî tev digerin û dixwazin tirseke mezin bixin nava xelkê.

Xelkê Şedadê ji Rûdawê re dibêjin ku xelk ditirsin ew şaneyên razayî zêdetir xwe aktîv bikin û aramiya wan têk bidin.

Li sînorê di navbera Sûriyê û Iraqê di dema dawî de tevgera endamên veşartî yên daîşê têde zêde bûne.

operasiyona HSDê jî, navçeyên sînorî, biyabanên Dêra Zorê û gundewarê başûrê Hesekê li xwe digre.

Hêzên hevpeymaniya navdewletî alîkariya HSDê dike, ku di 8 vê mehê de karwana alîkariyan di sala 2021 de gihandin serbazgeha xwe ya li Şedadê.

Berdervkê HSD Kîno Gabrîel di derbarê Şaneyên DAÎŞê yê veşartî de ji Rûdawê re got “Şaneyên DAÎŞê hatin girtin ku pere ji rêxistina DAÎŞê re dişandin û di derbarê veguhestina çek û teqemeniyan de dibûn alîkar, operasyona ku me ragihandiyê wê berdewam be heta ku şanêyên DAÎŞê bêne tinekirin û hejmarek ji wan bêne eşkerekirin. Herwiha rola wan ya têkbirina li navçeyê were bêbandor kirin.”

Li Rojavayê Kurdistanê 5 hezar çekdarên DAIŞê hatine girtin û zêdetirî 60 hezar ji endamên malbatên wan li kampên Hol û Roj dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst