Gelo Tirkiye û Rûsya dê Efrîn û Kobanî bi hev biguherin?

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor îdiayan di meha Çileya 2020ê de hêzên Rûsî derbasî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bûne, piştî vê yekê hinek gotegot derbarê paşeroja herêmê de ketiye rojevê. Bi nêrîna çavdêrên siyasî, eger Rûsya derbasî Efrînê bibe, derfeta vegera xelkê wê herêmê bo ser war û male wan çêdibe ku pêştir ji ber êrişan derbider bibûn.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê di 20ê çileya 2018an de dest bi operasyona “Çiqlê Zeytûnê” bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kiribûn û piştî 58 rojan ji şer, di 18ê Adarê de navenda bajarê Efrînê xistibûn bin kontrola xwe. Piştî ku hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wî welatî navenda bajarê Efrînê kontrol kirin, xelkê Efrînê ku ji ber êrişên aware bibûn.

Ji dema ketina Efrînê ve û heta niha, gelek zanyarî ji nava Efrînê û bajarok û gundewarên derdora wê tên, ku amaje bi guhertina sîstematîk a demografiya Efrînê û bi taybet bi erebkirina wê herêmê dikin.

Rojnamevan Mihemed Bîlo ku pêvajo û bûyerên li Efrînê ji nêzîk ve dişopîne, di raporta xwe ya Efrîn Postê de dibêje ku di meha borî de yekîneyên Rûsyayê derbasî Efrînê bûne.

Derbarê mijarê de Mihemed Bîlo ji Rûdawê re got: “Li gor zanyariyên gihîştine me, hêzên Rûsî ji meha Sibatê ve ketine herêma Cindirêsê. Piştre jî li girê Cindirêsê bicih bûne ku pêştir leşkerên Tirkiyê li wê derê hebûn.”

Rojnamevanê Efrînî Nurhat Hesen jî piştrast dike ku hêzên Rûsyayê derbasî Efrînê bûne û dibêje: “Zanyariyê li ba wan hene ku piştî ku polîsên leşkerî yên Rûsyayê derbasî navenda bajarê Efrînê bûne, li herêma Cindirêsê, dewriyê pêk anîne û piştre jî li girê Cindirêsê bicih bûne. Herwiha piştî ku yekîneyên Rûsyayê derbasî herêmê bûne, yekîneyên Tirkiyê jî li hinek cihan alayên xwe anîne xwarê. Herî dawî şêwirmendên leşkerî yên Rûsyayê û Tirkiyê li avahiya berê ya Encûmena Yasadanînê ya Kantona Efrînê civînek pêk anîne û di wê civînê de behsa mijara belavbûn û bicihbûna hêzên Rûsî li herêmê hate kirin.”

Rûsya dê li Efrînê çi biguherîne?

Xelkê Efrînê di wê baweriyê de ye ku eger Rûsya li Efrînê bicih bibe, grûpên tundraw ên cîhadî dê neçar bibin ji wê herêmê derbikevin û bi saya wê yekê, ew jî dê bikarin bi dileke rihet vegerin bo ser war û malên xwe.

Rojnamevanê li Efrînê Ehmed Kitemî jî derbarê mijarê de wiha axivî: “Bê guman eger Rûsya li Efrînê bicih bibe, ew tê wateya ku xelkê Efrînê dê vegerin bajarê xwe. Serweriya herêmê di navbera Amerîka, Rûsya û Tirkiyê de hate parvekirin. Eger serweriya Efrînê ji destê Tirkiyê were derxistin, teqez zemîna vegera bo xelkê herêmê yê koçber û derbider bûne çêbe. Dibe rewş nebe weke pêvajoya berê ya di heyama Rêveberiya Xweser de, lê rêveberiya bajêr dê li gor rêkevtineke di navbera Rûsya û Kurdan de were avakirin. Dibe rêveberiyeke xwecihî be yan jî bi navêke din be.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî, li çend cihên cuda behsa wê yekê kiriye ku Efrîn dê her were rizgarkirin.

Herî dawî di hevpeyvîneke ligel rojnameya Ozgur Polîtîkayê, Mazlûm Kobanî gotibû: “Efrîn dê bo xwediyên xwe yên rast vegere.”

Piştî derbasbûna hêzên Rûsyayê bo Efrînê, çarenivîsa leşkerên Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Enqerê dê çi be tê meraqkirin.

Derbarê vê yekê de rojnamevan Mihemde Bilo dibêje: “Tê pêşbînîkirin ku Tirkiye çekdarên li Efrînê  der bike û hêzên polîs ên ji aliyê Tirkiyê ve hatine damezrandin, bi rêkevtinekê ya ligel Rûsyayê li herêmê bimînin. Ji aliyê din ve ji bo vegera saz û dezgehên dewletê dê zemînek were amadekirin. Herwiha ne egereke dûr e, Hêzên Rizgarkirina Efrînê ligel Rûsyayê rêkbikevin û têkevin bajêr. Tirkiye, operasyona Efrînê weke deskevtiyeke mezin dibîne, çimkî bi nêrîna wan, himên rêveberiya xweser hatine derizandin. Lewma heta ku Tirkiye piştrast nebe êdî Kurd dê venegerin wê herêmê, ew jî dernakevin.”

Çavdêrê siyasî û berdevekê berê yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêzan Hamo jî dibêje eger Rûsya herî herêmê ew tê wateya ku Tirkiyê dê ji bajêr derbikeve û wiha pê de çû: “Dosyaya Efrînê heta niha nehatiye li ser maseyê gotûbêjan. Eger hêzên Rûsyayê têkevin nav bajarê Efrînê ev yek tê wateya ku kontrola bajêr dê bikeve di destê hikûmeta Sûriyê de û Tirkiyê jî dê ji wê derê derbikeve.”

Kobanî di rojevê de ye

Li gor îdiayan ligel derbasbûna hêzên Rûsyayê bo Efrînê, di navbera Tirkiye û Rûsyayê de rêkevtinek derbarê Kobanî de ketiye rojevê.

Eger li gor berjewendiyên Rûsya, Îran û Sûriyê li meseleya Efrînê were temaşekirin, tê gotin ku rê li ber Tirkiyê were vekirin derbasî Kobanî bibe, wê demê Tirkiye raz dibe ji Efrînê derbikeve.

Heta ku grûpên cîhadî li Efrînê bimînin, metirsiya êrîşan dê bo binkeyên Rûsyayê yên li herêma Hameyimê berdewam be.

Herwiha rêveberiya Îranê, hebûna Tirkiye û grûpên cîhadî li herêma Efrînê ji bo berjewendiyên xwe metirsîdar dibîne. Çimkî bajarê Efrînê tenê 30 kîlometreyan ji bajarê Nubil û Zehra dûr e ku piraniya nîştecihên wê derê Şîeyên di bin kontrola Îranê de ne. Herwiha rêya bazirganiya Heleb-Dîlok-Wan-Îran jî li ser wê xetê ye.

Şîeyên girêdayî Îranê, li dijî rêkevtina di navbera Rûsya û Tirkiyê de derketin bû rê li ber Tirkiyê vekiribû derbasî herêma Til Refatê bibe.

Piştî ku hêzên Sûriyê xwe gihandin rêya M5, egera mayîna Tirkiyê bo herêmê lawaz dibe.

Lê çavdêrên siyasî yên rewşa herêmê ji nêzîk ve dişopînin, Tirkiye hewl dide rêkevtinê ligel Rûsyayê bike ku li beramberî Efrînê, bajarê Kobanî werbigire.

Bi vî awayî Kurdên ku bûna armanca Tirkiyê, bandora wan dê li rojhilatê Firatê lawaz bibe. Ligel vê pêngavê Tirkiye, dê gora Suleyman Şah bo cihê wê yê berê û ew yek jî ji bo Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibe puanek bihêz.

Mamosteyê Zanîngeha Firatê Dr. Ferit Sadun jî dibêje, senaryoya li hev guhertina Efrîn û Kobanî egereke dûr e, û wiha pê de çû: “Di hesabê wan de Efrîn nebû, lê piştî ku hêzên rejîmê bi piştevaniya Rûsyayê Idlibê kontrol bike û nêzîkî sînorê Efrînê bibe, ti hinceta mana Tirkiyê li Efrînê namîne.”

Dr. Ferit Sadun diyar kir: “Berpirsên Rûsî ji min re gotin ku eger Tirkiye bixwaze derbasî Kobanî bibe, ew nikarin rê li ber bigirin. Çimkî bi wî şêweyê aliyê dijber ji holê radibe û hêza Tirkiye ya li Sûriyê lawaz dibe, bi taybetî di demekê de ku Tirkiye YPG û HSDê weke dijminê xwe dibîne û bihêz in.”

Piştî ku Rûsya û Sûriyê di meseleya Idlibê de pabendê soza dane Tirkiyê nebûne û hewl didin bi operasyonekê rêya M4 kontrol bikin, egera Tirkiye derbasî Kobanî bibe zêde bûye.

Lê Mihemed Bîlo berevajoyê Sadun dibêje: “Tirkiye ji bo acizkirina Rûsyayê welateke biçûk e. Çimkî Rûsya rewşa li Sûriyê diyar dike.

Rêzan Hamo jî derbarê senaryoya li hev guhertina Kobanî û Efrînê de dibêje: “Heta niha ti rêkevtineke bi vî rengî nîne. Tirkiye ji Til Refat heta Minbic, Kobanî û Teqayê dixwaze kontrol bike, lê Rûsya û Îran li dijî vê daxwaza Tirkiyê ne.”