Danûstandinên Kurdan û Şamê hêdî hêdî dibin fermî

10-02-2020
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Şandake siyasî û serbazî ji Rojavayê Kurdistanê serdana Şamê dike
Şandake siyasî û serbazî ji Rojavayê Kurdistanê serdana Şamê dike
Nîşan Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Biryar e careke din şanda hevbeş ya Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD), Rêveberiya Xweser, Hevbendiya Niştîmanî û Partiya Pêşverû serdana Şamê bike.

Endamê Şanda Rojavayê Kurdistanê bo Şamê, Mistefa Meşayix ji Rûdawê re ragihand ku wan lihevkirine, ji bo danûstandinan komîteyên aborî, leşkerî û perwerdeyê werin avakirin û da zanîn, ku di serdana bê de, ew dê li ser mîkanîzima danûstandinan biaxivin û niha jî ew li benda Rûsiya ne, ji bo ku danûstandin bi fermî destpê bikin.

Yekem car e ku danustandinên Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi hikûmeta Sûriyê ber bi fermiyetê ve diçe.

Biryar e şandake hevbeş a Rojavayê Kurdistanê ku Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD), Rêveberiya Xweser, Hevbendiya Niştîmanî û Partiya Pêşver pêktê 12ê Sibatê serdana Şamê bike û ligel berpirsên hikûmeta wî welatê bicivin.

Endamê Şanda Rojavayê Kurdistanê bo Şam û Endamê Polîtbûroya Partiya El Wehdê Mistefa Meşayix  dibêje li ser avakirina komîteyan bi hikumeta Sûriyê re lihevkirine.

Mistefa Meşayix got: “Piştî me herdû aliyan, danûstandin erê kir, niha em dê li ser mîkanizîm û rengê wê rêbikevin. Danûstandin dê bi rlya komîteyên pispor bê kirin. Komîteyên siyasî, serbazî, aborî û perwerdeyî ji bo dareştina nexşeya çawaniya birêvebirina deverê dê bêne amadekirin.”

Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku bi awayekê bi rêya îtîlafê re, ew jî danûstaninan bi hikumetê re dike, di wê baweriyê de ye ku Cinêv sîwaneke navdewletiya, lê çûna bi tena serê xwe daxwaziyên Kurdan pêk nayîne.

Serokê Xweciya ENKSê Qedrî Can Elmela jî dibêje: “Tiştek em têde, ne beşdar bin, em nizanin dê encamê wê çi bin. Hêviyên me jî qels in, li gorî daxwaza Kurd bi dest nakeve, lê ya girîng ji me re, niha em li hev kirin e, û gotareke siyasiya hevbeş were avakirin piştre biçin bi aliyan re danûstandinane bikin.”

Çawaniya rêvebirina deverê , man û nemana HSD û kontrolkirina jêderên aborî, mijarên sereke yên danûstandinan e, tevî ku bi zextên Rûsî nermbûnek tê dîtin, lê heya niha herdu alî jî ji daxwaziyên xwe dane ketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst