Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê, duyemîn rûniştina dadgehê li ser keysa dadgehkirina Hevserokê Berê yê Şaredariya Mezin a Amedê Selcuk Mizrakli birêve diçe.
Proseya dadgehkirina Mizrakli, îro Duşemê, li 9mîn dadgeha cezayên giran li Amedê, bi amedebûna parêzerên wî dest pê dike û tê payin ku hevawayê rûniştina yekem, ku Mizrakli bi riya deng û reng, li girtîgeha Qeyseriya Tirkyê tevlî dadgehê bibe.
Mizrakli bi tohmeta endamtiya PKKê tê dadgehkirin û daxwaza 7 sal û 6 meh bo 15 salan zindan jê re tê kirin.
Mizrakli di 19ê Tebaxa sala derbasbûyî de, bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, ji ser postê wî hatibû durxistin û qeyûm li cihê wî hatibû danîn û piştî derbasbûna 3 mehan, ew bi tohmeta endamtiya ‘rêxistin’ hatibû girtin û zindanî kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse