Malbatên 7 penaberên Kurd ji çarenivîsa zarokên xwe nîgeran in

10-02-2019
RÛDAW
Usman Ebdullah: Bi rêya Rûdawê em hîn bûn ku kurê me hatiye girtin
Usman Ebdullah: Bi rêya Rûdawê em hîn bûn ku kurê me hatiye girtin
Nîşan Penaber Kurd Çarenivîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku 7 penaberên Kurd ên ji parêzgeha Silêmaniyê li Parîsê hatin desteserkirin û bi rêya keştiyekê hatin deportkirin, sê roj di nav keştiyê de welat bi welat hatin gerandin, daku welatek wan weke penaber werbigre, lê ti welat amade nebû wan bihewîne. Bavê penaberekî dibêje ku tenê bi rêya telefonê ji wan agahdar bû, lê niha peywendiya wan jî qut bûye û nizanin di nav deryayê de ne yan na.

 

Usman Ebdullah ku bavê yek ji wan penaberan e, ji Rûdawê re ragihand: “Em bi rêya Rûdawê hîn bûn ku kurê me hatiye desteserkirin. Piştre em bi gelek kesan re ketin peywendiyê û me ji çend welatan pirsî ji Îtalya û Brîtanyayê, heta niha em dizanin ku gihiştine Yûnanistanê, piştî wê em nizanin çawa ne û niha li ku ne.”

 

Penaberên Kurd bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê daxwaza alîkariyê kirin, Rûdawê li peravên Tirkiyê çarenivîsa wan penaberan şopand.

 

Xortên penaber bi rêya Îtalyayê ve çûne Fransayê, lê Fransayê ew bo Îtalyayê vegerandine, Îtalyayê jî ew wernegirtine û ber bi Maltayê hatine veguhestin û li wir jî hatine redkirin û ber bi Yûnanistanê bi rê ketine. Li wir jî nehatine pejirandin û berê xwe dane Tirkiyê. Penaberên Kurd dibêjin ku di keştiyê de çavdêrên wan ên Fransî bi tundî û bi lêdanê bi wan re serederî dikin.

 

Nûnerê Dezgey Lûtke yê li Tirkiyê Kurde Yeşar ragihand: “Dema ber bi Yûnanistanê ve diçûn, telefonî min kirin, gotin dibe ku me bînin Tirkiyê, piştre cardin min telefon kir, gotin di rê de ne û li me dixin, vê lêdanê bidin sekinandin, piştre êdî peywendiya me qut bû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst