Li ser dem û cihê civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê nakokî heye

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) rêkeftine ku di 18ê Sibatê de, civîneke Encumena Parêzgeha Kerkûkê, li Hewlêrê encam bidin. Lê belê li ser dem û cihê civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, di navbera pêkhateyên parêzgehê de nakokî hene.

 

Pirsa Kerkûkê û rêkeftina PDKê û YNKê li ser wî bajarî mijara bernameya Rûdawa Îro bû.


Berprisekî Berdevkê Partiya Turkmenelî Elî Muftî  dibêje ew civîna civata parêzgeha kerkûkê ku biryare li 18ê Şibatê li Hewlêrê birêve biçe û li Kerkûkê neyê encam dan wd encameke xerab li pey xwe bîne.


Li ser vê mijarê Elî Muftî wiha got: “Em dixwazin hevbeşiya rastîn pêk were, lê em dibînin hinek aliyan niyetên xerab hene û dixwazin aloziyan di nava rêzên pêkhetên Kerkûkê de dirust bikin ev di demekê de Kerkûkê bi awayekî seqet tê birêvebirin û xelk jî ji îdareya niha ne razî ye. Lewma eger niyetek hebe ji bo vedîtina çareyeke guncayî û aqilane ji bo gehandina xizmetên rastîn ji bo parêzgeha kerkûkê, divê civîna civata parêzgeha Kerkûkê li parêzgeha Kerkûkê bê kirin, ne li Herêma Kurdistanê , ji ber ku Kerkûk ne ser bi Herêma Kurdistanê ye, lê bi ser hikûmeta navendî ve ye."


Kesatiyeke Erebên Kerkûkê jî di wê baweriyê de ye ku rewşa Kerkûkê bi aktîvkirina civata wê parêzgehê baştir bibe.


Kesayetî Eereb li Kerkûkê Îsmaîl Hedîdî jî dibêje: “Egera wê yekê heye ku bi encamdana yekem civîna Civata Parêzgeha Kerkûkê li Hewlêrê, aliyên Erebî û Tirkman beşdariyê nekin. Girîng e civîn di nava Kerkûkê bi xwe de bê kirin ji bo ku seqayek çêbibe ku hemû alî û pêkhate beşdariyê tê de bikin. Divê hemû alî di nava xwede saz  bikin ji bo ku civat jî vegere ser rewşa xwe ya berê û karûbar jî bêne aktîvkirin.”


Parlamenterê YNKê li Parlamentoya Iraqê Rêbwar Teha jî dibêje rewşa bajêr ti deman asayî nebûye da ku îro jî asayî bibe.


Ew parlementerê kerkûkê dibêjejî kerkûk bûye qurbaniya hevrikiyên navbera YNKê û PDKê jî ji aliyekî din ve.