Dêrsimiyan ji ber Cizîr û Sûrê, dikan venekirin!
Dêrsîm (Rûdaw) – Ji ber bûyerên ku li Bakurê Kurdistanê diqewimin li Dêrsîmê derebeyên dikan û kargehan hatin daxistin.
Peyamnêrê Rûdawê li Dêrsimê ragiand, îro ji destê sibê ve ji bilî dermanxane û firinên nan, deriyên hemû dikan û kargehên bajarê Dêrsîmê daxistî ne.
Derheqê sedema vê yekê de jî Peyamnêrê Rûdawê got, ji ber bûyerên ku bi taybetî li Cizîra Şirnexê û Sûra Amedê diqewimin, dikandarên Dêrsîmê deriyên kargehên xwe kilît kirin.
Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, çalakiya kilîtkirina kargehan dê heta saet 17:00ê êvarê berdewam bike. Herwiha biryar e rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî têkildarî bûyerên Bakur, daxuyaniyekê bidin.