Elektrîka bendava Tişrînê gihîşt Kobanî!

10-02-2016
RÛDAW
A+ A-

Kobanî (Rûdaw) – Bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, cardin bi tora elektrîkê ya bendava Tişrînê ve hat girêdan.

Piştî ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bendava Tişrînê ji destê DAIŞê derxistin, cardin bendavê dest bi berhemanîna elektrîkê kir.

Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî, Rêber Kalo ragihand, piştî 2 salan cardin Kobanî bi tora elektrîkê ya bendava Tişrînê ve hat girêdan.

Rêber Kalo da zanîn, lê ji ber ku santrala elektrîkê ya Kobanî ji aliyê DAIŞê ve hatiye wêrankirin, hîn elektrîk bi ser malan de nehatiye belavkirin, tenê gihîştiye santralê.

DAIŞê roja 22ê meha Çileya sala 2014ê elektrîka bendava Tişrînê li ser Kobanî qut kiribû.

Bendava Tişrînê, roja 26ê Kanûna par ji destê DAIŞê hat derxistin. Bendava han li başûrê bajarê Kobanî û 90 km dûrî bajarê Helebê û aliyê rojhilatê wî bajarê Sûriyê ye. Bendava Tişrînê li ser çemê Feratê hatiye çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst