Kantona Efrînê ji girtiyan re lêborîna giştî derxist

Efrîn (Rûdaw) - Serokatiya Encûmena cîbicîkar a Kantona Efrînê, ji girtiyan re  lêborîna giştî derxist.

 

Li gorî wê fermanê, biryar e girtiyên siyasî jî ku di zîndanên Kantona Efrînê de ne, bên berdan.

 

Niha hin girtiyên PDK-Sê di zîndanê de ne, wek Siyamend Birîm, Biyazîd Mamo, Şukrî Bekir û Ehmed Sîdo.

 

Heya niha çarenivîsa endamên PDK-Sê li Efrînê, Mehmûd Korîş û Lezgîn Berekat, ku bêtirî 2 mehan bi ser revandina wan de derbas bûye, nediyar e.

 

Her wiha zêdetirî sal û nîvekê ye endamê PDK-Sê parêzer Idrîs Elo jî hatiye revandin û heya niha çarenivîsa wî nediyar e.

 

Kantona Efrînê ragihand ku bi helkefta yekemîn salvegera avakirina Kantona Efrînê, lêborîna giştî hatiye derxistin.

 

Sal û nîveke berê, li navendên saloxgerî û siyasî li Efrînê teqîn çêbûn û di encamê de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

 

Nêzîkî 40 endamên El-Partî (niha bûye PDK-S) li Efrînê bi tohmeta ku destê wan di teqînan de heye, hatibûn girtin û ji aliyê  “Dadgeha Gel” ve bi 10 salan cezayê girtinê hatibûn mehkûmkirin.