RIHA - Ji bo Klaus Schmidt meşiyan: ‘Wî ev berhem da welatê me’

4 demjimêr berê
Mihemed Emîn Demir
 Girê Miraza û Klaus Schmidt  / Wêne: AA
Girê Miraza û Klaus Schmidt / Wêne: AA
Nîşan Klaus Schmidt Girê Miraza Çalakî Riha
A+ A-

Riha (Rûdaw) - Endamên Kuluba Werzîşê ya Kamp, Çiyagerî û Werzişên Xwezayê ya Rihayê ji bo bîranîna Klaus Schmidt meşiyan.

Armanca meşa vê komê bîranîna Profesorê Alman Klaus Schmidt e ku serokê kolanên li Girê Miraza bû.

Bi keşifkirina Girê Miraza re nêrîn û ramanên heta îro yên derbarê dîroka mirovahiyê guherîn.

Endamên komê ji bo bîranîna Klaus Schmidt 17 kîlometrayan meşiyan û wan spasiya xwe anî zimên.

Hevjîna Klaus Schmidt jî beşdarî meşa bîranînê bû.

“Wî ev berhem da welatê me”

Werzişkar Îbrahim Parmaksiz diyar kir ku wan xwestiye Klaus Schmidt bi bîr bînin û got:

“Em îro ji bo xatirê Klaus Schmidt hatine û di rêya wî de meşiyan.

Wî ev der keşif kirin û ev berhem da welatê me. Me xwest em wî bi bîr bînin. Xweda ji wî razî be.”

“Em ji bo xatirê Klaus Schmidt hatin”

Werzişkar Bêrîvan Ocakê diyar kir ku ew 17 kîlometreyan bi rê ve çûne û anî zimên:

 “Em îro hatin ji bo xatirê Klaus Schmidt li Girê Miraza bimeşin.

Em îro li vê derê 17 kîlometreyan meşiyan. Gelekî xweş bû, me gelek heval nas kirin.

Hevjîna Klaus Schmidt jî bi me re meşiya. Em spasiya wan dikin.”

Klaus Schmidt her sal li Rihayê bi bîranînên cihê tê bibîranîn û xelkê Rihayê minetdariya xwe ya li hemberî wî tîne zimên.

“Em 17 kîlometrayan meşiyan”

Werzişkar Ayhan Taş jî ev agahî dan:

“Em weke kuluba Urfa Kampîngê îro derketin beriyê.

Em 17 kîlometrayan meşiyan. Meşa ji bo Prof. Dr. Klaus Schmidt bû. Arkeologê ku Gobeklîtepe, Xirabreşk derxistiye derve.”

Profesorê Alman Klaus Schmidt sala 1994an şûnwarê dîrokî Girê Miraza yê li gundê Xirabreşkê keşif kir û bi derfetên xwe yên şexsî dest bi kolanê kir.

Nêzîkî 20 salan li Rihayê jiya û sala 2014an di 60 saliya xwe de li Almanyayê koça dawî kir.

Li Rihayê xaniyê dîrokî ku 20 salan tê de jiyabû wekî “Mala Bîranînê ya Klaus Schmidt” hat binavkirin û her wiha li derdora Girê Miraza bi navê wî parkûreke meşê hat çêkirin.

Klaus Schmidt li Girê Miraza / Wêne: AA-Arşîv

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst