Dahata qeysiyên Meletiyê 400 milyon dolar derbas kir

10-01-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Qeysiyên Meletiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dahata hinardeya qeysiyên Meletiyê gihişte 408 milyon û 74 hezar dolarên Amerîkî.

Qeysiyên Meletiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi nav û deng in. Dahata wan bandorê li rêjeya dahata Tirkiyeyê dike.

Tenê Kanûna Paşîna 2023yan 7 hezar û 27 ton çîr (qeysiyên hişk) hatine hinardekirin û dahata wan 40 milyon û 821 hezar dolar bûye û dahata salê jî 408 milyon û 74 hezar dolar bûye.

Qeysiyên Meletî ji bo bi dehan welatên cîhanê tên şandin.

“Par 70 hezar û 869 ton qeysî hatine hinardekirin”

Serokwekîlê Desteya Rêveberiya Borsaya Bazirganiyê ya Meletiyê Erhan Almendî got, “Hinardeya me bê navber berdewam dike.

Hinardeya me ya çîran di sala 2023yan de 70 hezar û 869 ton bûye.

Dahata wan qeysiyan jî 408 milyon û 74 hezar dolar bûye.

Li gorî salên 2021 û 2022yan di rêjeya dahatê de em gihiştine hejmareke baştir.”

Di sala 2022yan de 76 hezar 36 ton çîr ji vê parêzgehê hatine hinardekirin û dahata wan 400 milyon û 740 hezar dolar bûye.

Ev tê wê wateyê hinardeya 2022yan zêdetir bûye lê dahata 2023an ji sedî 2 zêdetir bûye.

“Pirsgirêka me ya karkeran heye”

Erhan Almendî wiha berdewam kir, “Piştî erdhejê bi çend mehan me dîsan karê xwe bi ser hev de da û niha hemû kargehên çîran dixebitin.

Em dixwazin sala 2024an berhema me baştir be. Pirsgirêka me ya karkeran heye, em wê jî çareser bikin, sala 2024an dê dahata qeysiyên me baştir jî bibe.”

Piraniya cotkarên Meletiyê baxên wan ên qeysiyan hene,  ji ber av û hewaya deverê qeysiyên Meletiyê gelekî bi tam in.

Qeysiyên Meletiyê hinardeyî welatên wekî Amerîka, Fransa, Almanya, Îmarat, Awistralya, Brezilya, Holanda, Rûsya, Îsraîl, Îtalya, Spanya, Siûdî, Kanada û Misirê tên kirin.

2022yan qeysiyên Meletiyê hinardeyî 115 welatan cîhanê hatibûn kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst