Li Manîsayê kesek bi hinceta PKKyê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Alaşehirê ya parêzgeha Manisayê ya Tirkiyeyê kesek bi hinceta “propagandaya PKKyê” hat girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Alaşehirê de kesekî 18 salî yê ji Rojavayê Kurdistanê bi hinceta ku li ser tora civakî "propagandaya PKKyê" kiriye ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin.

Piştî karûbarên yasayî kesê 18 salî bi biryara dadgehê hat girtin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.