EFRÎN – Grûpên çekdar zeviyeke din a zeytûnan talan kir

10-01-2024
RÛDAW
EFRÎN – Grûpên çekdar zeviyeke din ê zeytûnan talan kir / Wêne: Ji ber dîmenan
EFRÎN – Grûpên çekdar zeviyeke din ê zeytûnan talan kir / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Efrîn Birîna Daran Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi dagirkirina Efrînê re grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve, darên zeytûnan dibirin û talanan dikin.

Li gorî agahiyên xwecihî, li gundê Elkê yê navçeya Şeraya Efrînê, çekdarên opozisyona Sûriyeyê û Erebên hawirde darzeytûnên cotkarekî Kurd birîne.

Dîmenên birîna daran bi taybetî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatin şandin.

Zeviyên cotkarên Kurd bê navber têne talankirin û darên wan têne birîn.

Li gorî Rêxistina Lêlûnê ya Belgekirina Binpêkirinên li Efrînê, meha dawî ya sala 2023yan, li gundên cuda yên Efrînê, 7 caran darên zeytûnan hatine birîn.

Amarên Lêlûnê yên di meha dawî ya 2023yan de hatine tomarkirin wiha ne:

Çekdarên Siltan Muradê, 1ê meha Kanûna Pêşîn, li gundê Meydankê 100 darzeytûnên Nûrî Osman, Malik Hacî Mihemed û Melek Emîr birîn.

Çekdarên Hemzatê, 6ê Kanûna Pêşîn li gundê Keferdela Jorîn darzeytûnên Ebdulrehman Hesen Tekê û roja piştî wê jî 20 darzeytûnên Mihemed Ebdo birîn.

Çekdarên Emşatê, 10ê Kanûna Pêşîn li gundê Şîvê 200 darzeytûnên Mihemed Elî Bozik û Mistefa Mihemed Bozik birîn.

Çekdarên Hemzatê, 12ê Kanûna Pêşîn li gundê Keferşîlê 31 darzeytûnên Ebdulezîz Cimo, Eyûb Cimo û Beşîr Cimo birîn.

Çekdarên Hemzatê, 13ê heman mehê li gundê Feqîrayê 25 darzeytûnên Xelîl Xelef birîn.

Çekdarên Siltan Muradê, 27ê Kanûna Pêşîn li gundê Xirabê Şera 40 darzeytûnên Mihemed Reşîd Elo birîn.

“Zêr û pereyên welatiyan dizîne”

Çalakvanê Efrînî Ebdulrehman Koraco zanyariyên binpêkirinan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re parve kirin.

Ebdulrehman Koraco di axaftina xwe de got:

“Di çend mehên derbasbûyî de, li gundên Elkê, Qultxulakê û Nahiya Şero dar hatine birîn.

Xwediyên van daran Osman Hemo Xelîl û Yusif Hemdo ne.

Grûpa Emşatê li nahiyeya Mabeta û nahiyeya Şiyeyê birîna daran ferz kirine.

Roja pêncşemê, serê sibehê demjimêr 02:30î, 5-6 meremoseleh dikevin mala kal û pîreke Efrînî, zêr û pereyên wan didizin, wan girê didin û li wan dixin.”

Çavkaniyên ku ji herêma Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîne, dibêjin ti alî, ne navxwe, ne navherêmî û ne navdewletî dengê xwe li himber vê tawana mezin a li dijî xelkê herêma Efrînê bilind nake.

Çavkaniyan got ku ji ber bêdengiya heyî grûpên çekdar û Erebên hawirde, eşkere û bê hesab van binpêkirinan dikin.

Di mehekê de 455 dar hatine birîn

Meha Kanûna Pêşîna 2023yan, li Meydankê 100, li Keferdela Jorîn 59, li Şiyê 200, li Keferşîlê 31, li Feqîra 25 û li Xirabê Şera jî 40 dar hatine birîn.

Li gorî amarên hatine tomarkirin, tenê di mehekê de 455 dar hatine birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst