Gever - Polîsan gule li mala parêzerekî reşandin

10-01-2024
RÛDAW
Nîşan Gever Baroya Colemêrgê Polîs Gule Reşandin Şkencekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi ser mala parêzerekî de girtiye û şkence li endamên malbata wî kiriye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Polîsên Tevgera Taybet ên Tirkiyeyê doh bi şev li taxa Nûyê ya navçeya Geverê bi ser mala malbata Kurt de girt.

Polîsan deriyê malê şikand û ketin hindir. Endamên malbatê ji polîsan destûra lêgerînê pirsîn lê polîsan şkence li wan kir û gule li wan reşandin.

Piştre polîsan 2 endamên malbatê yên bi navên Îdrîs Kurt û Sitar Kurt desteser kirin.

Her du welatî piştî karûbarên îfadeyê hatin berdan.

Helwesta li hemberî malbata Kurt bû sedema nerazîbûnan.

Baroya Colemêrgê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir.

Baroya Colemêrgê ragihand ku ew mala ku hêzên ewlehiyê bi ser de girtiye, mala endamê baroya wan parêzer Ramazan Kurt e û malbata wî rûbirûyî şkence, tûndûtûjî û miameleya xirab a polîsan bûye.

Baroya Colemêrgê tekez kir ku wan derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin û ew dê bûyerê ji nêzîk ve bişopînin.

“Em rê nadin van şkencekaran”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Parlak jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li hemberî bûyerê bertek nîşan da û got:

“Desthilat bi polîs û leşkerên xwe re di şkencekirina gel de berdewam e.

Hêzên ewlehiyê ku tûndûtîjiyê li gel dikin û gefan dixwin, hewl didin di hilbijartinan de îradeya gelê me zeft bikin. Em rê nadin van şkencekaran.”

Şandeyeke DEM Partiyê çû serdana malbatê

Li aliyê din şandeyeke DEM Partiyê ku ji parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez, parlamenterê berê yê HDPyê Saît Dede û çend berpirsên din ên DEM Partiyê pêk dihat çû serdana malbata Kurt.

Parlamenterê DEM Partiyê Onur Duşunmez ragihand şkenceya ku li malbata Kurt hatiye kirin, bi rapora bijîşkî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê piştrast bûye.

Herwiha Duşunmez tekez kir ku ew dê ji bo ku kesên ji bûyerê berpirs in cezayên pêwîst wergirin, serî li rêyên yasayî bidin.

Duşunmez ameje bi beşek şkenceyên din ên li Colemêrgê jî da û got, “Îşkence li Colemêrgê ne mijareke nû ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst