SERÊ KANIYÊ - Îstixbarata Tirkiyeyê 6 Sûriyeyî veguhastin girtîgeheke Rihayê

10-01-2024
RÛDAW
Nîşan Serê Kaniyê Îstixbarata Tirkiyeyê Riha Veguhastina Girtiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îstixbarata Tirkiyeyê 6 welatiyên Sûriyeyî, ji girtîgeha Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê veguhastin girtîgeha navçeya Curnê Reşa Rihayê.

Li gorî nûçeya North Pressê, welatiyên bi navê Sefa Nazî, Esed Nazî, Selam Ebdulqadir, Diyab Bilîx, Mehdî Nedawî û Ettellah Xedban bi hinceta ku “pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re heye” hatine girtin.

Welatiyên Sûriyeyî yên navborî li girtîgeha “Dijê Terorê” ya li Serê Kaniyê dihatin girtin.

Îstixbarata Tirkiyeyê îro her 6 kesan ku nav wan de jinek jî heye, veguhastin girtîgeha navçeya Curnê Reşê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê.

Li gorî heman çavkaniyan, ji destpêka sala nû ve cara 5emîn e ku Îstixbarata Tirkiyeyê welatiyên Sûriyeyî yên li girtîgehên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê veguhastine girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst