Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser bernameya sala nû eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser encamnameya civîna xwe parve kir.

Koordînasyonê, nîqaş li ser sala 2023yan kir û ji bo sala nû bernameya xwe eşkere kir.

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser civîna xwe ya salane li dar xist.

Koordînasyonê di civînê de bernameyên xwe yên ji bo sala 2024an diyar kirin.

Li gorî vê, hinek ji mijarên sereke yên civînê çalakbûna jinan a di hemû sazî û pêkhateyan de, li hemberî tundûtûjiyê perwerdekirina jinan û rêkxistina kampanyayên hişyariyê bûn.

Alîkara Hevserokatiya Encûmena Gelên Demokrat a Rêveberiya Xweser Fatima Xelîlê got:

“Bi alîkariya Desteya Çandê, Desteya Jinan û Rêveberiya Ragihandinê, çîroka jinên ku rastî tûndûtûjiyê bûne hatin belgekirin.

Çîrokên hatine berhevkirin bûn belgefîlm û pirtûk.

Herwiha ji aliyê Desteya Karûbarên Civakî ve ji bo piştgiriya jinên li kampê û ji bo piştgiriya aborî jî projeyên biçûk hatin birêvebirin.

Li Reqa û Minbicê navendên parastina jinan, komeleyên hevkariyê (kooperatîv) yên jinan hatin avakirin.”

Alîkara Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser Rûken Mele Îbrahîm jî wiha axivî:

“Em ji bo civîna Koordînasyonê pîrozbahiyê li hemû jinan dikin.

Piştî Peymana Civakî ya ku navê wê ji aliyê Encûmena Demokrat a Gelan ve hatiye pesendkirin, ev civîna yekemîn e.”

Di dawiya civînê de encamname hat xwendin.

Herî dawî jinan diyar kir ku li hemberî hemû siyasetên li dijî jinan dê asta têkoşînê bilind bikin.