Li Meletiyê qeza: 4 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hekîmxanê ya Meletiya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek wergeriya û d encamê de 4 kes birîndar bûn.

Li ser rêya navçeyên Hekîmxan û Tirsekanê yên Meletiyê, şeva borî otomobîla ku şofêrê wê F.G. bû ji rê derket û wergeriya.

Di encama bûyerê de şofêr F.G. û S.K, E.T. û S.G. yên di otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên parastina sivîl û tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê.

Li gorî rapora Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Tirkiyeyê, sala 2023yan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 555 hezar û 668 qezayên trafîkê çêbûne.

Di wan bûyeran de 2 hezar û 984 kesan canê xwe ji dest daye û 354 hezar û 323 kes jî birîndar bûne.

Li gorî heman amaran, sala 2022yan jî 485 hezar û 48 bûyerên trafîkê çêbûbûn.

Di wan bûyeran de 2 hezar û 282 kesan canê xwe ji dest dabû û 291 hezar û 151 kes jî birîndar bûbûn.