VÎDEO - Hesinkarê ji Hesekê bi xwendina Quranê navdar e

10-01-2024
Îbrahîm Şêxo / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Îbrahîm Şêxo / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hesekê Hesinkar Quran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şêniyê bajarê Hesekê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê Îbrahîm Şêxo bi xwendina Quranê û dengê xwe yê xweş tê nasîn.

Şêxoyê 38 salî ji 14 saliya xwe ve Quranê dixwîne.

Şêxo heta pola 6an dibistanê xwendiye û paşê jî dest bi hesinkariyê kiriye.

Wî li ser dibistanê got, “Min nedizanî bixwînim lê fêrî Quranê bûm û her kes ji min re dibêje dengê te gelekî xweş e.”

“Min nizanibû bixwînim lê ez fêrî xwendina Quranê bûm”

Hesinkar Îbrahîm Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re wiha behsa çîroka xwe kir:

“Temenê min 38 e. Min di 14 saliya xwe de dest bi xwendina Quranê kir.

Xwendina min kêm bû, min nizanibû bixwînim lê ez fêrî xwendina Quranê bûm.

Min di ber karê xwe yê hesinkariyê re jî Quran dixwend.

Gelek kesan ji min re digot ‘Te ev der kiriye mizgeft’ û wan digot ‘Maşala dengê te xweş e.’”

Hêviya wî ew e ku rojekê seriyekî bide gora Şêx Ebdulbasit Ebdulsemed.

Şêxo diyar kir, dengê Şêx Ebdulbasit Ebdulsemed gelek bandor lê kiriye û pê de çû:

“Dema min guh dida dengê Şêx Ebdulbasit Ebdulsemed min guhdariya Ehmed Sedîq Mişewî, Husayî û Sudesî jî dikir.

Dengê wan gelekî xweş bû. Di nav wan de kêfa min gelekî ji dengê Ebdulbasit re dihat. Dengê wî bandore li mirov dike.

Daxwaza min heye ku ez biçim li ser tirba wî û cihê ku wî lê Quran dixwend.”

Îbrahîm Şêxo, bi karê xwe yê hesinkariyê re hem Quranê dixwîne û hem jî gu li xwendina Quranê digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst