Rêveberiya Xweser 2 jin û 13 zarokên DAIŞê radestî Îspanyayê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hevdîtineke fermî de 2 jin û 13 zarokên DAIŞê radestî Îspanyayê kirin.

Li gorî malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê şandeyeke Wezareta Derve ya Îspanyayê, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi daîreyê re civiya.

Şêwirmendê Wezareta Derve ya Spanyayê Guillermo Anguera duh ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Fener El Giêt, endamê Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm, endamê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Lana Hisên û cîgira Desteya Jinan Huweyda Mihemed Selîm Mihemed ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de her du aliyan rewşa siyasî ya Sûriyê, pêwîstiya çareserkirina aloziya Sûriyê, rewşa mirovî, aborî û ewlehiyê ya herêmê nirxandin.

Li gorî malperê, El Giêt diyar kir ku Rêveberiya Xweser diyaloga nîştimanî ya Sûrî dike bingeha pêkanîna ewlehiyê û çareseriya siyasî û parastina yekitiya Sûriyê. Her wiha Giêt destnîşan kir ku yekitiya Sûriyê bi derxistina dagirkeran ji Sûriyê û bidawîkirina kiryarên dewleta Tirk li hember nasnameya Sûrî û Sûriyan dest pê dike.

El Giet wiha dewam kir: “Nêzîkbûna tirkî-sûrî li dijî berjewendiya Sûriyê û sûriyan e, nexasim piştî ku Tirkiyê şer teşwîq kir, axa Sûriyê dagir kir.”

El Giêt di axaftina xwe de diyar kiriye ku girtina deriyê Til Koçer li ser aborî û rewşa mirovî ya herêmê bi awayekî neyîn bandor dike û bi heqê Sûriyan de neheqiyek e.

Guillermo Anguera jî spasiya rêveberiyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir, ji ber ku ewlehiya herêmê diparêzin û şerê DAIŞê dikin. Her wiha Anguera destnîşan kir ku Îspanya piştgiriyê dide Rêveberiya Xweser di hemû aliyên mirovî, ewlehî û aborî de.

Li gorî malperê, di dawiya hevdîtinê de 2 jin û 13 zarokên DAIŞê li gorî belgeyên fermî di navbera her du aliyan de, radestî Îspanyayê hatine kirin.