Nanê herî erzan ê Tirkiyê li Dêrsimê tê firotin

10-01-2023
Ali Haydar Gozlu
Firina Gel a li navçeya Pêrtag a Dêrsimê
Firina Gel a li navçeya Pêrtag a Dêrsimê
Nîşan Dêrsim Pêrtag Firina Gel
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Şaredariya Pêrtagê, ji bo malbatên hejar firina nanê gel vekiriye û bi erzanî nan difroşe wan. Xelkê Pêrtagê bi saya vê firinê nanê herî erzan ê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dixwin.

Şaredariya Pêrtagê li Dêrsim a Bakurê Kurdistanê li hemberî lêçûna aborî ya zêde buhaya nanê gel daxist 2,5 lîreyan da ku welatî nanê erzan bikirin.

Ji ber ku rojane bihayê gelek madeyên xwarinê bi taybetî nan ku li Tirkiyeyê madeya bingehîn e, zêde dibe, welatî gelek zehmetiyan dikişînin.

Li navçeya Pêrtagê ku li Dêrsimê navçeya herî mezin a xwedî nifûsa herî zêde ye, welatî nanê herî erzan û xweş ê Tirkiyeyê dixwin.

Tevî zêdebûna bihayê kelûpelan, Şaredarê Pêrtagê yê CHPyî Ruhan Alan ji bo welatî nanê herî erzan û bi kalîte bixwin, berî 9 mehan Firina Nanê Gel ji bo xizmeta welatiyan vekir.

Firna nanê ku ji aliyê Şaredariya Pêrtagê ve hat vekirin û bê fêde xizmetê dide welatiyan, destpêkê bi 3 lîreyan nan dida welatiyan û niha jî her nanekê bi 2.5 lîreyan pêşkêş dike.

Firina Gel a Pêrtagê hefteyê 7 rojan saet di 3'an de bi 2 hosteyê xwe nanê erzan dide welatiyan û her kes dikare rojane 5 nanan bikire.

Şaredarê Pêrtagê Ruhan Alan ji bo nanê erzan ê Firina Gel bandoreke neyênî li firinên din ên navçeyê neke, bi nanpêjên din re li hev kiriye.

Welatiyên Pêrtagê ji wê xizmeta şaredariyê kêfxweş in û dibêjin, ev xizmeta ku şaredarî pêşkêş dike gelekî bi qîmet e.

Şaredarê Pêrtagê, Ruhan Alan derbarê armanca vekirina Firina Gel de ji Rûdawê re axivî û got: “Armanca serekî ya xizmeta nanê gel ne pere qezenckirina Şaredariya Pêrtagê ye. Berovajî qezenc nehat bîra me û ne di plana me ya duyem de bû jî. Ji ber rewşa xirab a aboriya welat hêza kirînê ya mirovan roj bi roj kêm dibe. Daxistina 50 quruş serê nanekî bandoreke erênî li mirovan dike.”

Şaredariya Pêrtagê, biryara vekirina firina nanê gel bi rêkeftina ligel firinên din ên navçeyê wergirtiye. Li firina nanê gel, her nanek bi 2 lîre û 50 quruşan e û her kesek nikare ji 5 nanan zêdetir bikire, da ku bandoreke xirap li karên firinên din neke.

Hostayê firinê Zulfu Işık jî dibêje, ev firin bo xelkê Kurd ê hejar xizmeteke baş e.

Zulfu Işik diyar kir, “Gelê me yê Kurd feqîr e, rewşa wan ne baş e. Em rê didin ku ev firin vebe û welatî nanê erzan bikirin. Em dixwazin nanê ku li vir tê hilberandin bigihêje xizanan û ew jî vî nanî bigihînin malbatên xwe. Her kes dikare tenê 5 ji vî nanî bigire. Em bazirganiyê nakin, em dixwazin xizan karibin bikirin.”

Welatiyên Pêrtagê jî bi vê xizmeta şaredariyê bextewer in û kêfxweşiya xwe tînin ziman.

Kenan Acar dibêje, “Bi saya vê firinê feqîr dikarin nan bi erzanî bikirin. Baş e em wek gel sûdê werdigirin.”

Welatiyê bi navê Hıdır Taş jî dibêje, “Nanekî Simît bi 5 TL ye, lê nanê vir 2,5 TL ye. Her kes ji vê sûd werdigire. Ji vir derkevin, nanê firinên din 5 TL ye. Ji ber vê yekê pir xweş e, em kêfxweş in.”

Yusuf Yılmaz jî got, “Nan baş û erzan e. Buhayê nan li vir 2,5 lîre ye, li aliyê din biha ye.”

Welatî, Kemal Gok dibêje, “Gelek baş û xweş e, Xwedê razî be, nan jî xweş e.”

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, bihayên xorakê roj bi roj zêde dibin û xelk ji ber zêdebûna bihayan di rewşeke zehmet de dijîn.

Li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) enflasyona salane %64.27 e, lê Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) a serbixwe jî dibêje, rêjeya enflasyona salane gihiştiye %137.55an.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst