MAK: Dengên maseya şeş partî ji yên Tifaqa Cumhur zêdetir in

10-01-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê MAK Rapirsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Kompanya MAKê, rêjeya dengên maseya şeş partî ku partiyên opozîsyonê ne %45.6 e û rêjeya dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AKP û MHPê pêk tê %40.6 e.

Serokê Kompanya Şêwirmediyê ya MAKê Mehmet Ali Kulat, encamên rapirsiya dawî ya ku li 61 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ligel 5 hezar û 700 kesan hatiye kirin, eşkere kirin.

Li gor encaman rêjeya dengên maseya şeş partî %45.6 û rêjeya dengên Tifaqa Cumhur %40.6 e. Rêjeya dengên HDPê %8.4 e. Rêjeya dengên bêbiryar jî %4 e.

Herwiha %33ê beşdarvanan gotine eger maseya şeş partî bibe desthilat dikare pirsgirêkan çareser bike, %25an gotine dibe ku çareser bike û %34an gotine ew bawer nakin maseya şeş partî bikaribe pirsgirêkan çareser bike.

Li gor rapirsiyê rêjeya dengên partiyan wiha ne:

AK Partî: %34.3

CHP: %25

ÎYÎ Partî: %15.6

HDP: %8,4

MHP: %6.3

DEVA: %2.5

Partiya Yeniden Refah (Ji nûve xweşguzarî): %1.3

Partiya Pêşerojê: %1,2

Partiya Tirkiyê ya Serbixwe: %1,2

Partiya Zafer: %1

Saadet: %0,9

HUDA PAR: %0,8

Partiya Demokrat: %0,4

Partiya Memleket: %0,2

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst