Li Rojavayê Kurdistanê sîstema tendirustiyê rewşeke dijwar derbaz dike

10-01-2023
RÛDAW
Li Rojavayê Kurdistanê sîstema tendirustiyê rewşeke dijwar derbaz dike
Li Rojavayê Kurdistanê sîstema tendirustiyê rewşeke dijwar derbaz dike
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Dr. Ciwan Mistefa Sîstema Tendirustiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa di konferanseke rojnamevanî de got, piştî 11 salan ji şerê li Sûriyê ew rûbirûyî gelek astengiyan tên ew jî dibin sedem ku sîstema wan ya tendirustiyê hinekî lawaz be.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku ji ber rewşa awlekarî û aborî ya xerab û kêmiya xizmetguzariyan li Sûriyê û bakurê rojhilatê wê bûne sedem ku welatî di bin sînorê hejariyê de bijîn. Mistefa dibêje tevî kêmasiyan jî wan di dema derbasbûyî de kerta tendirustiyê hinekî pêş xistiye.

Heverokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa got “Sîstema tendirustiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî 11 salan ji aloziya Sûriyê rastî gelek astengiyan hatiye, û di encamê de heta astekê sîtema tendirustiyê lawaz bûye û nikare pêdiviyên xelkê dabîn bike. Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel aloziyên cûda ku gelek aliyên jiyanî digire nava xwe, weke ewlehî, belavbûna nexweşiyan, koçberî û kêmbûna xizmetguzariyan, her wiha kêmbûna avê û têkçûna sîstema avrêjiyê. Ji ber aloziya aborî ku giştî Sûriyê daye ber xwe û Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşekî wê ye, rewşa xelkê daketiye jêr hêla hejariyê. Di encamê de ji ber van aloziyan ku di van salên borî de dubare dibin û li gel lawazbûna xizmetguzariyê, pêdiviya herêmê bi alîkariyên mirovahî zêde bûye. Weke encam ji vê yekê pêşketinek di aliyê xizmetên tendirustî de pêk hat, tevî ku têrê nekiriye, hişt ku sîstem veguhere sêalî, aliyê giştî ku Rêveberiya Xweser rêveberiya wê dike û aliyê giştî ku alîkariyan ji rêxistinên navdewletî werdigire û aliyê taybet ku lawaz pêve diçe, lê ev mijar ne birêxistinkirî û lawaz e”

Hevserokê Desteya Tendirurstiyê got jî, ew derbarê rewşa tendirustiyê ya navçeyê de civiyane û hejmrek biryar dane, ji wan avakirina hejmareke nexweşxane û navendên tendirustiyê.

Dr. Ciwan Mistefa xwest ku dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û navçeya Şehba bên rakirin û derman û kelpelên tendirustî ji bo wan navçeyan bên derbaskirin.

Mistefa di berdewamiya axavtina xwe wiha anî ziman “Neçarkirina hin rêxistinên girêdayî karûbarên mirovî ku bêalî danûnstandinê bi dosyeyên mirovî re bikin û bi taybet Rêxistina Tenduristiya Navdewletî. Avakirina ofîsên çavdêriya pîşeyî ya tenduristî li hemû saziyên tenduristî. Avakirina bankên xwînê li deverên ku pêdivî pê heye. Vekirina nexweşxaneya dayîkê li Tebqayê, amadekirina nexweşxaneya giştî li Kobanê bi hêza 220 textan. Amadekirina Navenda Kilînîkên Giştî li Kobanê, amadekirina navenda Qestereya Dil li Minbicê, amadekirina navendeke tîşka giştî li Minbicê, avakirina nexweşxaneyeke pispor bi çav, guh, poz û gewriyê, dest bi amadekirina nexweşxaneya dayîkê ya li Qamişlo were kirin, nexweşxaneya gel li Qamişlo were temamkirin, Nexweşxaneya Kîsra ya giştî li Dêrazorê were vekirin, amûrnên nanograf li piraniya bajaran were dabînkirin.

Di dawiyê de divê dorpêça li ser herêma Şehba û herdu taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê were rakirin û rêya alîkariyên mirovî û tenduristî were vekirin.

Em bang li Rêxistina Tendirustiya Navdewletî dikin ku di pêşkêşkirina alîkariyên tendirustî de li hemberî hemû aliyên siyasî bêalî be”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst