Li taxên Kurdan ên Helebê rewşa jiyanê her ku diçe xirabtir dibe

10-01-2023
Hisên Omer
Li taxên Kurdan ên Helebê rewşa jiyanê her ku diçe xirabtir dibe
Li taxên Kurdan ên Helebê rewşa jiyanê her ku diçe xirabtir dibe
Nîşan Heleb Taxên Kurdan Şêx Meqsûd Eşrefiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnişîn ên Helebê, ji ber dorpêça hêzên hikûmeta Sûriyê, tiştên sereke êdî peyda nabin û her ku diçe rewşa jiyanê xirabtir dibe.

Li bajarê Helebê ku wek paytexta aborî ya Sûriyê tê binavkirin, bihayê sotemeniyê ji destpêka kirîza Sûriyê ve gihiştiye asta herî bilind.

Ji bilî bihabûnê, sotemenê bi zehmetî tê peydakirin û hevwelatî bi demjimêrên dirêjê li ser dora benzîn û mazotê radiwest in.

Li gorî zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji bajarê Helebê wergirtine: Bihayê 5 lître benzîn bi 100 hezar lireyê Sûrî, 5 lître mazot bi 50 hezar lîreyê Sûrî, 1 tûrikê nan ku kêmî 1 kîlogram e bi 4 hezar lîreyê Sûrî ye.

Bihayê van her sê keresteyan tenê ji bo rojekê ji mûçeya karmendekî hilgirê bawernameya zanîngehê ya mehekê bêhtir e.

Li herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnişîn, bi sedema dorpêça hêzên hikûmeta Sûriyê, keresteyên sereke êdî peyda nabin.

Mamosteyê Kurd Fethî Yûsif,  ji nav taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Mamoste Fethî Yûsif dibêje "Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dora 25 hezar malbat lê rûniştî ne. Mazot li ser me qut bûye di van çilê zivistanê de. zarok, kal û pîr, nexweş pir di qerimin. Şîrê zarokan li taxê kêm e. Her ku diçe nexweşî pir dibin. Firne kêm dişixwilin, êvaran jenerator tenê 2 saet dişixwilin. Milet aloziyek û rewşeke mezin de ye."

Her li bajarê Helebê, 1 butleya xaza malan bi 140.000 lîreyên Sûrî ye ku dike mûçeya karmendekî hilgirê bawernameya zanîngehê.

Çavkaniyên ku ji nav bajarê Helebê ji Rûdawê re axivîn tekez dikin ku mûçeya karmendan têra 5% ji pêdawîstiyên malbateke ji 5 kesan nake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst