Xozat ji ber harbûna ajelan hat karantînekirin

10-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xozatê ser bi parêzgeha Dêrsîmê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber harbûna ajelan bo 6 mehan karantîna hat ragihandin.

Li gor zanyariyan li navçeya Xozatê, piştî ku çêlekeke ajeldarekî jinav diçe nimûneyên ku ji çêlekê tên wergirtin bo Rêveberiya Enstîtuya Pişkînînê ya Veterîneriya Xarpêtê tên şandin.

Di encama pişkînînê de diyar dibe ku çêlek ji ber harbûnê jinav çûye.

Biryar hat dayîn li Xozatê bo 6 mehan karantîna bê destpêkirin û birin û anîna ajelan bo navçeyê hat qedexekirin.

Herwiha li navçeyê kar û xebatên vaksînkirina ajelan jî hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst