Tirkiyê Eyn Îsa û Til Rifet topbaran kir

10-01-2022
RÛDAW
Nîşan Til Rifat Eyn Îsa Tirkiye Rojavayê Kurdistanê Topbaran Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê herdu navçeyên Eyn Îsa û Til Rifet topbaran kirin.

Artêşa Tirkiyê çend dever li herdu deverên Eyn Îsa û Til Rifet topbaran kirin. Li gor ajansên xwecihî, şeva borî, hêzên artêşa Tirkiyê çend dever li derdora bajarokê Eyn Îsa li bakurê parêzgeha Reqayê topbaran kirine.

Li gor heman ajansan, hêzên hikûmeta Tirkiyê hinek dever li derodra bajarê Til Rifet jî, li navçeya Şehba ya bakurê Helebê kirine armanc.

Di heman demê de, çekdarên grûpên opozisyona Sûriyê jî herdu navçeyên navborî topbaran kirine.

Li aliyekî din, çavkaniyên ser bi opozisyona Sûriyê ragihandine ku hêzên Kurdî herdu gundên Dabiq û el-Uyûn li rojhilatê Izazê topbaran kirine.

Eyn Îsa

Eyn Îsa ku bajarekî biçûk e, lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê û çekdaran, ew tê wê wateyê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî de qût dibe.

Bajarê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye,  66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.

Til Rifet

Til Rifet 25 kîlometran dikeve başûrê rojhilatê Efrînê û YPGê ew bajarok di Sibata 2016an de ji destê çekdarên opozisyona Sûriyê derxistibû.

Piştî êrişa Tirkiyê bo ser Efrînê hejmareke zêde ya xelkê Efrînê koçberî wê deverê bûne û niha di 5 kampan de dijîn.

Girîngiya Til Rifetê ji wê yekê tê ku li devera Şaehba bajarokê herî nêzîkî sînorê Tirkiyê ye ku hêzên YPGê lê hene, herwiha Firokexaneya Minnix a Leşkerî jî li bakurê rojavayê Til Rifetê ye ku di kontrola hêzên Kurdî de ye.

Til Rifet û çend gundên wê deverê ku niha di kontrola YPGê de ne, ji rojhilat, bakur û rojava ve ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê û ji başûr ve jî ji başûr ve jî ji aliyê hêzên Sûriyê ve dorpêçkirî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst