Şahreha Wanê hatiye birîn, karsaz bi gazinde ne û rayedar bêdeng

10-01-2021
RÛDAW
Nîşan Wan Bakurê Kurdistanê Kapikoy
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber ku Deriyê Sînor ê Kapıkoyê yê di navbera Tirkiye û Îranê de nêzikî salekê girtî ye, esnaf û karsazên Wanê di rewşeke xerab de ne. Karsaz jî bal kişandin ser xizanî û bêkariya li Wanê û rexne li girtina deriyê sînorê ku ji bo Wanê gelek giring e dikin.

Deriyê Kapikoyê ku di navbera navçeya Sêrê ya Wanê û bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurditanê de ye, ji meha Adara 2020an vir de girtî ye. Girtina derî bandor li tûrîzmê û li gelek sektor û kesan kiriye.

Xelkê Wanê ji bo bal bikişînin ser vê rewşê ev du roj in li ser medyaya civakî bi hashtaga “#KapıköyVandır (Kapikoy Wan e), #EsnafZordaKapıköyAçılsın (Esnaf di tengasiyê de ne bila Kapikoy vebibe) ” rayedarên hikûmet û dewletê jî etîket dikin û parvekirinan dikin.

Serokê berê yê Komeleya Karsazên Pîşesazên Organîze ya Wanê Şemsettîn Bozkurt û Serokê Komeleya Otelvanên Wanê Reşat Yeşîlagaç ji ber girtina derî mexduriyeta Waniyan ji Rûdawê re anîn ziman û dibêjin, di salên dawî de gel pişta xwe bi deriyê sînor ve girêdabûn û ev damara aboriya navçeyê jî niha hatiye birîn.

Li ser girtina deriyê sînor, Reşat Yeşîlagaç ji Rûdawê re got, şahreh (Şahdamar) û dilê Wanê Kapikoy e. Alternatîfa Wanê ya duyem tine ye. Gava Kapikoy tê gotin li seranserê Tirkiyê Wan tê bîra mirov. Ew pêwîstî ye.”

Têkildarî heman mijarê, Şemsettîn Bozkurt jî ji Rûdawê re diyar kir ku deriyê Kapikoyê ji serdema pandemiyê ya yekem ve heta îro girtî ye û giringiya deriyê Kapikoyê ji bo Wanê pir mezin e.

Li ser giringiya derî, Bozkurt amaje bi vê yekê kir ku di nava 5 salan de ji bo turîzma Îranê nêzikî 130 hotel û 230 kafe û restorant vebûne.

Di derbarê vê yekê de Reşat Yeşîlagaç jî ragihand ku salê di navbera 500-700 hezar kesan ji Îran û Rojhilat dihatin Wanê. Ji Ermenistan û Herêma Kurdistanê jî mirov tên Wanê. 

Li aliyê din ji ber nevekirina derî Şemsettîn Bozkurt bi gazind e, ji ber ku bi gotina wî kesên li heremê veberhênên mezin kirine, ketine bin deynên giran û nikarin deynên xwe bidin. Bozkurt amaje bi vê yekê kir ku bi hezaran ciwan li van deran kar dikin lê nêzikî salekê ye ku bêkar in. Bozkurt dibêje, “Hemû derî û riyên esmanî vekirî ne lê deriyê Kapikoyê girtî ye û ji ber vê yekê turîst ji Îranê nikarin bên, ev jî bandoreke nerênî li ser aboriya Wanê dike.”

Bozkurt rexne li bêdengiya rayedaran kir û got, ji ber ku Saziyên Civakî yên Sivîl ne nêzîkî desthilatê ne newêrin behsa vê pirsgirêkê bikin. Wî herwiha da zanîn, “ji aliyê siyasetê ve, Wan di dîroka komarê de di serdemek herî tine, bêbandor û bê destûr de dijî.”

Li ser kampanyaya medyaya civakî, Reşat Yeşîlagaç ragihand ku wan nû dest bi banga li ser medyaya civakî kiriye û ew jê hêvidar in ku dengê xwe bigihînin rayedaran.

Şemsettîn Bozkurt destnîşan kir ku di warê aboriyê de rewşa Wanê di nav bajarên herî xerab ên Tirkiyê de ye, bêkarî li Wanê ji sedî 50 ye û xizaniyek û bêkariyeke gelek mezin li bajêr heye.

Herwiha Bozkurt rexne li nûçeyên ku di çapemeniyê de derketine jî dike. Li ser nûçeya “Wan dê bibe paytexta tekstîlê” Bozkurt vê nûçeyê wek nûçeyên xapînok bi nav kir û got “ew bajarê textile ki ku behsdikin 10 sal berê hatiye avakirin, îro nehatiye avakirin.”

Di derbarê gotina “dê wan bibe bingeh, paytexta textîlê” Bozkurt got, “Wan nikare bibe bingeha tekstîlê. Wan, Amed û Edene nîne ji ber ku li Wanê pembû tine ye.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst