Agir bi depoya Zanîngeha Harran a Rihayê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li beşa depoya lojistîk a Zanîngeha Harran a Rihayê ya li Kampûsa Osmanbeyê şewat derket. Xebatên vemirandina agir berdewam in.

Îro Yekşemê 10ê Çileya 2021an piştş nîvro ji ber sedemek hêj nayê zanîn agir bi beşa depoya lojistîk a Zanîngeha Harran a Rihayê ket.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, di depoyê de amûrên nav malê yê weke cilşo, sarinc û mobîlya di depoyê de hebûn.

Ji bo vemirandina agir 20 wesayîtên vemirandina agir û 5 TOMA û tîmên taybet bo cihê bûyerê hatine şandin.

Herwiha ji herdû bajarên cîran Dîlok û Mêrdînê jî bo hevkariyê tîmên taybet hatine şandin.

Ji ber agir di depoyê de car caran teqîn çêdibin û xebatên ji bo vemirandina agir berdewam in.