Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedar û rewşenbîr amaje bi wê dikin, metirsiyeke mezin li ser Kobaniyê heye û tekez dikin ku ji baweriya bi hêzên navdewletî zêdetir divê yekrêziyeke xurt a Kurdan hebe da ku li beramber van metirsiyan rawest e û deverê biparêze.
Di dîbeyteke taybet a Rûdawê de li ser girê Miştenûr ku sembola deverê ye, berpisên partiyên siyasî, siyasetmedar û rewşenbîr behsa rewş û çarenivîsa herêma Kobaniyê dikin ku dikeve ser sînorê li gel Bakurê Kurdistanê û niha li aliyên rojhilat û rojava ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve dorpêçkirî ye û tenê ji aliyê başûr ve vekiriye û peywendiya wê li gel deverên din ên Kurdî heye.
Parêzer Ferhad Baqir, Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Pêşverû li Sûriyê Mistefa Henîfê, Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Kobaniyê Bêrîvan Hesen, Siyasetmedar Mistefa Bekir, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Elî Îbrahîm, Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya El Wehdê Mislim Şêx Hesen, Endamê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê Gelo Îsa, Rewşenbîr Hisên Mihemed Elî û Lêkolîner Salih Gelo di dîbeyteke taybet de behsa çarenivîsa Kobaniyê kirin.
“Çarenivîsa Kobaniyê ne diyar e”
Parêzer Ferhad Baqir di destpêka axaftina xwe de amaje bi wê dike ku şerê Hevpeymaniya navdewletî yê li dijî DAIŞê bi Kobaniyê destpê kir û derbasî deverê bû û derbarê rewşa xelkê Kobaniyê jî Baqir dibêje, ji ber ku ew bajar dorpêçkirî ye, metirsiyek heye û tirs di nav xelkê de heye, nediyariyek heye û “civak nikare bi aramî jiyana xwe berdewam bike. Lê hêvî jî hene bo ku siyasetmedar tabloya siyasî zelal bikin.”
“Eyn Îsa bikeve dê barê Kobaniyê girantir bibe”
Derbarê rewşa piştî derketina hêzên Amerîkî û hatina hêzên Rûsî û guhertinên li navçeyê Mistefa Henîfê tekez dike ku piştî derketina Amerîkiyan metirsiyeke mezin çê bû û dibêje, “Rejîm û Rûsî bi lihevkirinê hatin deverê. Ez di wê baweriyê de me ku bêyî Amerîkiyan guhertinek li navçeyê çê nabe. Eger Eyn Îsa bikeve destê rejîmê bare Kobaniyê dê girantir bibe, rewş dê xerabtir bibe. Eyn Eyn Îsa biçe Reqa, Tebqa û Minbic jî dê biçin. Ji ber hebûna tirsê xelk newêrin projeyên xwe vekin. Yekrêziya Kurdan dê rê li ber Tirkiyê bigire.”
“Divê Kurd bi xwe deverên xwe biparêzin”
Bêrîvan Hesen li ser hebûna Rûsan li deverê û baweriya bi wan amaje bi rola sereke ya Rûsyayê dike li tevahiya Sûriyê û dibêje, “Tevî êriş û şerê li ser Kobaniyê Rûsya û rejîmê xwe berpirsyar nedîtin. Ev jî tê wê wateyê ku bawerî bi wan nabe. Lihevkirina Rûs-rejîm-HSDê ji ber wê metirsiya mezin a li ser Kobaniyê bû. Metirsî li ser herêmên me berdewam e. Tevî hebûna Rûs û rejîmê jî êriş li ser herêman hene. Divê Kurd bi xwe deverên xwe biparêzin û parastina Rêveberiya Xweser bikin.”
“Kobanî taybetmendiyeke xwe heye û sembol e”
Derbarê rewşa ewlehî ya Kobaniyê de Mistefa Bekir dibêje, “Xelkê Kobaniyê bi xem in û çavê wan li Rûdawê ye ka bizanin çi diqewime. Xelk li ewlehiya xwe digere û nizanin ka dê sibe çi biqewime. Kobanî taybetmendiyeke xwe heye û sembol e. Tirkiye dixwaze seranserê sînor bike devereke tampon. Ez niha egera êrişekê li ser Kobanî û deverên din ên di destê me de nabînim lê ev yek girêdayî hêzên navdewletî ye. Li gor dîtina min Kobanî dê aram be.”
“Vekişîna ji Kobaniyê ne di berjewendiya Amerîkayê de bû”
Li ser sedema vekişîna Amerîkiyan ji Kobaniyê Elî Îbrahîm amaje bi wê dike, ku Amerîka pîvanên xwe li gor berjewendiyên xwe diyar dike û dibêje, “Vekişîna ji Kobaniyê ne di pîvana berjewendiya Amerîkayê de bû. Me Kurdan jî nekarîn xwe li gor danûstandinan amade bikin. Egera perçebûna Sûriyê nîne. Divê em bikarin xwe li gor berjwendiyên Amerîkayê eyar bikin. Metirsiyên Brîtanya, Fransa û Almanyayê ji projeyên Amerîkayê yên li vê deverê hene û ne zelal e projeya Amerîkiyan çi ye! Divê em giraniyê bidin ser danûstandinên navdewletî.”
“Hewl tê dayîn Kobanî û deverên din radestî rejîmê bên kirin”
Derbarê senaryoyên li ser Kobaniyê Mislim Şêx Hesen dibêje, rewşa heyî bandorê ser li Kobaniyê jî dike û tekez dike, “Tişta li derdora Kobaniyê diqewime, diyar e biryarên navdewletî li ser hene. Tirkiye û Amerîka wek pêwîst pabendî rêkeftinan nabin û lê xwedî dernakevin. Hewl tê dayîn Kobanî, Eyn Îsa û deverên din radestî rejîmê bên kirin. Lema Rûsya bi hevpeymanên xwe re ciddîtir e. Ti alî pabendî rêkeftinan nabin. Metirsiyek mezin heye.”
“Gefên dagirkerên Tirk û çeteyên wê ewlehiyê têk dibin”
Gêlo Îsa jî amaje bi wê dike ku niha rewşa devera Kobaniyê sedî sed aram e û dibêje, “Kobanî tevî ji 50 salên borî ta îro bajarek bû ku xizmetguzarî tê de nehatibû kirin, û şer bi ser de hat û ji sedî 70 rûxiya, lê bi saya ked, têkoşîn û berxwedaneke bêhempa xelk vegeriyan û di nav kavilên rûxiyayî de jiyana xwe birêve birin. Pêkvejiyana niha li Kobaniyê ji her qonaxekê bêtir e. Ewlehiya herêmê heye lê gefên dagirkerên Tirk û çeteyên wê jî hene û ew vê aramiyê têk dibin û metirsiyê çê dikin. Lewma pêwîstiya aliyên siyasî bi yekhelwestiyê heye. Tirkiye hewl dide Kurdan lawaz bike. Divê Kurd li ser hêlên giştî li hev bikin.”
“Divê nasnameya Kurdî ya Kobaniyê bê parastin”
Hisên Mihemed Elî li ser egera kontrolkirina Kobaniyê ji aliyê rejîma Sûriyê ve amaje bi wê dike, Sûriye kilîla deverê bi giştî ye û dibêje, “Di baweriya min de Rûsya û rejîm hewl didin vegerin mîna ku tiştek ne qewimî be, lê di bin vê pirê de gelek av derbas bû. Rejîm nikare weke berê vegere, ne milet dixwaze û ne jî ew dikarin. Gef li ser navçeyê hene. Lîstoka Rûsyayê lîstokeke qirêj e. Divê siyasetmedar, civak û rewşenbîr terkîza wan li ser yekrêziyê be. Divê nasnameya Kurdî ya Kobaniyê bê parastin. Yekrêziya Kurdan kevirê bingehîn e û hêviyê pêk tîne. Dema me zêde nîne ku em winda bikin.”
“Xelkê Kobaniyê bi erdê xwe ve girêdayî ye”
Derbarê hebûna hêza civaka Kobaniyê ji bo ragirtina gef û metirsiyên heyî Salih Gêlo jî bale dikişîne ser wê yekê ku Kobanî bi giştî hilweşiya û niha dîsa hat avakirin û “eger dîsa hilweşe xelk dê bi ku derê ve biçe! Roleke Rûsyayê ya neyînî di dîroka Kurdan de heye. Amerîka pişta xwe dike cihên ku lê hene. Bawerî bi Rûsya û Amerîkayê nemaye. Tirkiye jî her tim hewl dide navçeyên xwe berfireh bike. Xelkê Kobaniyê bi erdê xwe ve girêdayî ye. Niha tenê rêya Helebê vekiriye û ew jî gelek caran tê girtin. Eger yekrêzî çê bûba xelkê hêvî hebûn û niha ew jî kêm dibe. Divê yekhelwestî hebe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse