Li Şirnexê termê karkerê di kana komirê de mabû hat dîtin

10-01-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şirnexê piştî nêzîka termê karkerê bi navê  Mehmet Alî Aşkin hat dîtin ku doh dema kana komirê herifî bû di bin axê de mabû.

Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê doh serê sibehê kana ku komir jê dihate derxistin, herifî û di encam de karkerek di bin komirê de mabû û 2 karker jî bi birîndarî hatibûn rizgakirin.

Doh Şemiyê 9ê Çileya 2021ê li bajarokê Bêspînê ser bi Silopiya parêzgeha Şirnexê kaneke komirê hilweşiya.

Sê kesên li wê kanê kar dikirin di bin komira herifî de mabûn û 2 ji wan bi birîndarî hatibûn rizgarkirin, lê Mehmet Alî Aşkin di bin komirê de mabû.

Piştî nêzîka 22 demjimêran termê Mehmet Alî Aşkin jî hat dîtin ku doh dema kana komirê herifî bû di bin axê de mabû.

Termê Mehmet Alî Aşkin bo morga Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê hat veguhestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst